Rojnameger Ûgûr Guç beraet kir 2020-11-17 12:24:10   STENBOL – Nûnerê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) ê Stenbolê Ûgûr Guç, ji doza ku dihat darizandin beraet kir.    Danişîna doza ku di sala 2019’an de li nûnerê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) ê Stenbolê û Midurê Karên Nivîsan ê Malpera Sol Haberê Ûgûr Guç, hatibû vekirin, li Edliya Anadolûyê li 29’emîn Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê hat dîtin. Guç tevlî danişînê nebû lê parêzerê wî Ozgur Mûrat Buyuk li danişînê amade bû. Di danişînê de parêzer Buyuk daxwaza beraetê ya muwekilê xwe kir. Heyeta Dadgehê, piştî parastina parêzer Buyuk, derbarê rojnameger Guç de biryara beraetê da.