'Ji ber krîzê em ji mecbûrî mesrefên metbaxê kêm dikin' 2020-11-18 09:20:29 WAN - Li navçeya Rêya Armûşê welatiyên ku diçin bazarê tenê li fiyetan mêze dikin û diçin. Welatiyan, anî ziman ku ji ber krîzê êdî mesrefê metbexê kêm kirine.  Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî êdî welatî bi zorê debara xwe dikin. Li bazara Taxa Şerefiyeyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî hem welatî hem jî esnaf nesîbê xwe ji vê krîzê girtine. Welatiyên tên bazarê diyar dikin ku tenê li fiyetên beran mêze dikin û bêyî ku bikirin diçin malê û gotin, êdî nikarin debara xwe bikin.    DU KÎSIK 50 TL    Kemal Agirbaş ê 77 salî ku bi meaşê wî yê extiyariyê 700 TL ye û ji bo pêdiviyên xwe hatiye bazarê, anî ziman ku hingî her tişt biha ye tenê du kîsik zebze û fêkî standine. Agirbaş, diyar kir ku bi hatina zivistanê re dê rewşa wan zehmettir bibe û got: "Rewşa aboriyê qet nebaş e. Êdî em nikarin tiştekî jî bikirin. Tenê em li fiyetan mêze dikin. Min 50 TL xerc kir. Tenê min karibû du kîsik ber bikire. Nizanim em ê çawa ji derheqê vê zivistanê derkevin, XWedê zane."    'EM Ê BI DU KÎSIK PATAT ÎDARE BIKIN'    Agirbaş, anî ziman ku berê ji bo zivistanê 8 kîsik patat dikirîn, lê belê niha tenê 2 kîsik kirîne. Agirbaş got: "Em ê 7 mehan bi van du kîsikan îdare bikin. Em giş perîşan bûne. Kar û bar tune ye. Ciwanên me zivistanê li mal dimînin heya biharê. Îjar em ê heya biharê bê deramet çi bikin. Em ê çawa debara xwe bikin. Niha meaşê min ê extiyariyê heye. Bi vî meaşê baş xirab debara xwe dikim. 12 zarokên min hene. Hin jê zewicandî ne. Hin jê jî xwendekar in. Êdî em nikarin zarokan bidin xwendin. Giş li malê ne. Tenê em dixwazin rewşa aboriyê baş bibe û betalî kêm bibe."    Gonul Soçîn jî anî ziman ku ji ber ku her tişt biha bûye êdî ji mesrefên metbaxê kêm dikin û got: "Ji bo danûstendina hatim bazarê. Êdî mirov nikare tiştekî bikire. Pereyê di bêrîkê de diqede. Kîloya firingî û îsotan bûye 5 TL. Ev yek bandorê li metbaxê dike. Berên ku par me dikirîn, niha em nîviyê wan dikirin. Berê me bi 100 TL'yî 8-9 metere tirşî çêdikir. Lê îsal bi heman pereyî me tenê du metere çêkirine. 3 zarokên min hene. Yek jê ji bo zanîngehê amadekariya xwe dike. Yek jê diçe lîseyê, yek jê jî diçe dibistana seretayî. Îjar gava mesrefên wan ên dibistanê jî dikeve ser, em bêtir zehmetiyê dikişînin."    ‘EM NIKARIN BIXEBITIN'    Esnaf Nedîm Soylû jî anî ziman ku ji ber ku pereyên mirovan tune ne karê wan jî nabe. Soylû got: "Ji ber pandemiyê êdî rewşa bazarê jî nebaş e. Ez jî patat û pîvazan difiroşim. Ji ber ku kar tune ye, pereyê mirovan jî tuneye. Ev yek bandorê li me jî dike. Berê min rojê bi 2 hezar TL'yan ber difirotin. Lê niha 200-300 TL kar dikim. Ew jî têr nake. Êdî debar zehmet bûye."