Yalçindag: Heta em nebêjin ‘qediya’ wê ser vê dosyeyê neyê girtin 2020-11-18 10:30:27   AMED – Parêzerê malbata Kemal Kûrkût, Reyhan Yalçindag derbarê biryara beraetê ya polîsê kujer de got: “Heta em nebêjin qediya wê ev dosye neyê girtin.”    Duh li Dadgeha Amedê danişîna 12’emîn a doza Kemal Kûrkût ê ji aliyê polîs Y.Ş. di Newroza 2017’an de hatibû kuştin pêk hat. Dadger derbarê polîsê kujer Y.Ş. de biryara beraetê da û ev biryar bû cihê nerazîbûnê. Parêzerê malbata Kûrkût, Reyhan Yalçindag bertek nîşanî biryarê da.    Parêzer Rehyan Yalçindag destnîşan kir ku kujerên Kemal Kûrkût ji zûve di wîjdanê civakê de hatine cezakirin û got: “Lê belê di dadgeha xwecihî de berevajî vê yekê biryar hat dayîn. Polîtîkaya bêcezakirinê ya karmend ango polîs û leşkerên dewletê bi qasî temenê Komara Tirkiyê dirêj e.”    Yalçindag anî ziman ku biryara beraetê dewama polîtîkaya bêcezakirinê ye û got: “Bi vê biryarê jî carek din dan nîşandan ku wêrekiyê didin kujerên kuştinên ji niha şûn ve pêk werin.”   ‘FOTOGRAF NEBÛNA DÊ EV DARIZANDIN JÎ NEHATA KIRIN’    Yalçindag diyar kir ku kuştina Kûrkût dişibe kuştinên kiryar nediyar ên salên 1990’î ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê çawa ku Tirkiyê ji hin wan dozan mehkûm kiriye û got: “Heke kamera ango wênegira rojnamevaniya azad wê kêliyê negirta, belkî ev darizandin jî pêk nehata. Wek doza Tahîr Elçî ku piştî 5 salan doz hat lidarxistin. Heke belgeyên qeyda çapemeniya azad nebûna, bêyî ku doz vebibe wê bihata girtin.”      ‘HETA EM NEBÊJIN DOZ QEDIYA WÊ EV DOZ NEYÊ GIRTIN’    Yalçindag da zanîn ku dadgeh dixwaze bi van bêcezakirina polîtîkaya bêcezakirinê xelat bike û carek din hat dîtin ku kujerek din hat xelatkirin. Yalçindag destnîşan kir ku tevî biryara beraetê ya dadgehê jî wê dosyeyê bişopînin û got: “Heta em parêzvanên mafê mirovan nebêjin ‘ev kar qediya’ wê ev dosye neye girtin. Heta em nebêjin hat girtin wê ne ev dosye were girtin û ne jî wê birîna di dilê me de were kewandin. Dikarin derengî bixînin û îmze biavêjin bin metnên bêhiqûqî, heta dawî dikarin van kujeran biparêz in, wan terfi bikin. Jixwe li vê erdnîgariyê 40 sal in vê dikin. Heta ev kujer werin cezakirin wê têkoşîna me berdewam bike.”