Cenazeyê Kartal ê HPG’î piştî du mehan defin kirin 2020-11-18 10:50:26   AMED - Cenazeyê Hamît Kartal ê HPG’î ku li Colemêrgê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 2 mehan malbatê teslîm girt û li gundê xwe defin kir.   Malbata Hamît Kartal (Nûman Amed) ê HPG’î ku di 15’ê îlonê de li Zozanên Beytanê yên Colemêrgê di operasyoneke leşkerî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî du mehan cenazeyê kurê xwe ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê wergirt. Malbata Kartal, ji bo girtina cezaneyê kurê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê dabû û serdozgeriyê di 16’ê mijdarê de agahî da malbatê ku dikarin cenazeyê kurê xwe bigirin.    Malbata Kartal di êvara heman rojê de ji Amedê ber bi Colemêrgê bi rê ket û rojan din gihîşt Colemêrgê. Malbat ji bo girtina cenaze 7 saet hat rawestandin. Piştî ku malbatê cenazeyê kurê xwe girt û ber bi Amedê ve ketin rê, bi dehan caran di noqteyên kontrolê de hatin sekinandin û nasnameyên wan hatin kontrolkirin.    CENAZE NÎVÊ ŞEVÊ DEFINKIRIN   Ji ber van astengiyan malbata Kartal nîvê şevê gihişt gundê xwe Reşika yê navçeya Farqînê ya Amedê û piştî vecibeyên olî cenazeyê kurê xwe veşart. Endam û rêveberên rêxistinên DBP û HDP’ê yên Navçeya Farqînê, MEBYA-DER, Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Amedê û gelek welatî beşdarî merasîma cenazeyê Kartal bûn.     DI BIN DORPÊÇA POLÎSAN DE DEFIN   Malbata Leyla Acar (Eylem Rojen) jî duh di bin dorpêça polîsan de li Goristana Taxa Karşiyaka ya navçeya Riya Armûşê ya Wanê ji ber astengkirina polîsan bi 6 kesan cenazeyê keça xwe defin kiribû. Hat hîn bûn ku cenazeyê Foza Badir (Dîlan Koçer) a ji bajarê Dêrîka Rojavayê Kurdistanê jî wê li Goristana Bêkesan a Colemêrgê were definkirin.