Polisan li Stenbolê 6 kesan binçav kir 2020-11-18 11:00:39   STENBOL – Li Stenbolê polisan bi ser malên rêveberên HDP û TUAY-DER’ê de girt û 6 kesan binçav kir.    Li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê, polisan bi ser malên rêveberên HDP’ê û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUAY-DER) de girt. Di serdegirtina malan de polisan Hevserokê HDP’ê yê Sûltanbeyliyê Alamettîn Demîr û rêveberê TUAY-DER’ê Edîp Îrverdî û Metîn Îbîk, Hîkmet Akdemîr, Kenan Erdemîr û Abîdîn Kaplan binçav kirin.