Ji DBP’ê daxuyaniya girseyî: Em li dijî şerê navxweyî helwesteke bingehîn digirin 2020-11-18 14:49:43   AMED – DBP’ê, têkildarî gengeşiya ku tê xwestin li başûrê Kurdistanê bê avakirin diyar kir ku helwesteke bingehîn girtine û ev daxuyanî da: “Em mezinkirina têkoşîna yekitiya neteweyî û hevîtinên bi her aliyê re û avakirina şertên muzakereyan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji xwe re weke peywir dibînin.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî gengeşiya ku tê xwestin li başûrê Kurdistanê bê avakirin, daxuyaniyeke girseyî da. Kolana Hunerê ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê ku dê daxuyanî lê bihata dayîn, ji saetên serê sibehê ve ji apolisan ve hat dorpêçkirin û ji çûnûhatinê re hat girtin. Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenterên herêmê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî di navde bi sedan kes hatin Kolana Hunerê ya di bin dorpêça polisan de. Girseya ku li vir ji aliyê polisan ve hat astengkirin, dûrişmeyên mîna , “Bijî Serok Apo”, “Bijî yekitiya kurdan” ve “Bijiî yekitî, bimre îxanet” berz kirin û bi meşê derbasî Parqa Ofîsê bûn.    Li gel anonsên mudaxaleyê yên polisan jî girseyê hea Parqa Ofîsê meşa xwe domand û li parqê pankarta “Dem dema yekitiya netewî û azadiyê ye” vekir û daxuyanî da. Daxuyaniya ku bi kurdî û tirkî hatibû amadekirin tirkiye wê ji aliyê Hevseroka BDP’ê Salîha Aydenîz ve û kurdiya wê jî aliyê Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş ve hat xwendin.    ‘GENGEŞÎ PÊŞEROJA KURDAN DIKE TALÛKEYÊ’   Ozguneş, di daxuyaniyê de bal kişand ser gengeşiya tê xwestin li başûrê Kurdistanê bê avakirin û diyar kir ku gengeşiya ku bi daxuyaniyan tên dayîn tê kûrkirin xeyalên gelê kurd ên pêşerojê, azadî û wekheviyê bi awayekî mezin dike talûkeyê û xwest ku gengeşiya heyî bê bidawîkirin. Ozguneş, destnÎşan kir ku ew mezinkirina têkoşîna yekitiya neteweyî, hevîtinên bi her aliyê re û avakirina şertên muzakereyan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji xwe re weke peywir dibînin.   TEVAHIYA DAXUYANIYÊ   Tevahiya daxuyaniya ku ji aliyê Ozguneş ve hat xwendin wiha ye: “Ji ber ku di serdema dawî de li Başûrê Kurdistanê di navbêra hêzên Kurdan de alozî û gengeşî tê jiyîn û ji ber  helwest û daxuyaniyên tên dayîn vê alozî û gengeşiyê kûr dike, gûmanên gelê Kurd mezin dibe. Ji ber hevsengiyên li cîhan û herêmê tên kûrkirin, di serdem û pêvajoyek wisa hessas û li ber şikestinê, aloziya di navbera Kurdan de pêk tê, xeyalên gelê me yên pêşerojê, azadî û wekheviyê bi awayekî mezin dixe talûkeyê.   Di serdema ku di qada Navneteweyî de hevsengiya siyasî ya hêzan ji nûve tê guhertin, şert û mercên pêkanîna daxwazên Kurdan ên wekî azadî û wekheviyê ji her demî bêhtir e. Ev şert û merc û dîsa têkoşîna dehan salan ya gelê Kurd dide xwiyakirin ku, Kurd gihîştine asta dawî ya azadiyê. Di serdemek wisa dîrokî de, polîtîkayên hêzên herêmî yên dagirker;  ji bo ku Kurd anîna himberê hev û dorpêçkirin kurtir buye. Gelê me ji ber gûman û pêvçûnên di navbera hêzên Kurdan de pêk hatine berdelên gelek mezin dayîne. Di dîrokê de ji ber pevçûnên di navbera hêzên Kurdan de pêk hatî; yên kar kirine dagirker, yê winda kiriye jî gelê Kurd e. Ji ber planên dîrokî di rojevê de hebuna xwe diparêz e, di vê serdemê de gelê me dê vê şermê wekî qederê qebûl neke û dê li hemberî wê têbikoş e.    ‘HÊZA TÊKOŞÎNA MAFDAR NABIN DAGIRKER’   Hêzên Dagirker-Emperyalîst şerê 3'yemîn ê cîhanê li ser axa Kurdistanê dide, hemû hêz hesabê xwe li ser vê navendê dihûnin. Ji ber vê yekî ye ku gelê Kurd li hemberî pêkûtiyên giran û dorgirtina metîngeriyê li ber xwe dide. Qedera serdema tarî jî despêka pêşeroja tijî azadî-ronahiyê jî girêdayî berxwedana gelê Kurd û hêzên Kurdan ku li ser esasê doza mafdar-rewa tevgerîn e. Têkoşîna gelê me ya di bin şert û mercên giran de pêk tê rêgezên ku divê hêzên siyasî çawa tevbigerin daniye holê. Bendewariya me ji hemû hêzan ew e ku di rêya ku gelê Kurd xêzkiriye de tevbigerin. Em careke din diyar dikin ku kîjan hêz ji bo azadiyê, pêşerojê û doza mafdar a gelê Kurd têbikoşe ew hêz li Kurdistanê pêşengên têkoşîna mafdar in. Ji ber vê yekî divê tu hêzên ku li Kurdistanê têkoşîna mafdar didin wekî dagirker neyên pênasekirin. Divê tu kes pêşeroja gelê Kurd ji ber gotinên xapînok radestê dewletên dixwazin berfireh bibin neke. Li hemberî vê yekî erka ku dîrokê daniye pêşiya me ev e ku hemû kes yek helwestê li hemberî hêzên dixwazin berfireh bibin û dagirkeran bigire.    ‘EM Ê DESTÛR NEDIN BÊBEXTIYÊ’   Hemû rengên siyasî dewlemendiya Kurdan e. Hêzên têkoşîna doza azadiyê ne. Cûdahiyên rêxistinî asayî ne. Rêya çareserkirina lihevnekirin û pirsgirêkan; diyalog û muzakere ne. Kurd gihîştine ast û ceribandina ku  pirsgirêkên navxweyî û aloziyên herêmî bi axavtinê çareser bikin. Rêya çareserkirina pirsgirêkan avakirina bingehên a hevbeş e. Pêkanîna yekîtiya Netewî ye. Berjewendiyên gelê me li pêş girtin e. Li ser navê gelê Kurd mafê tu hêzî tuneye ku pêşeroja gelê me, xeyalên azadiyê û avakirina deskeftiyên bi hezaran berdêlan hatiye bidesxistin bixe talûkeyê.Em dizanin ku we jinen Kurd nehelin ku şere navxweyi derbikeve. Em BANG li hemû hêzên Kurdan, şexsiyetên pêşeng, Rewşenbîr, Rêxistinên Saziyên Demokratîk û her kesayetên ku dilê wî/wê ji bo azadiyê diavêje bi hestiyarî û zanistî tevbigere dikin. Wekî PARTIYA HERÊMÊN DEMOKRATÎK pêşekiya me ya sereke deskeftiyên gelê me ne. Bi vê wesîleyê em didin nîşan ku em dê li hemberî pevçûnên hundirîn ên ku dê mezin bi me bidin windakirin radiwestin û vê yekî ji gelê xwe re îlan dikin. Em ê destûrê nedin vê bêbextî û qeder ê. Em dê destûrê nedin ku dîrok dûbare bike. Em ji bo mezinkirina Yekîtiya Netewî û çareserkirina pirsgirêkan, avakirina bingeha diyalog û muzakereyê wekî erkekê dibînin. Bi vê zanistiyê em dixwazin hemû dînamîkên Kurdistanî ji bo mezinkirina pêvajoyê  bi berpirsiyarî tevbigerin û bibin xwedî rol û rist. Em ji dil û can bawer in ku dê gelê me bi hestiyariyek mezin tevbigere û careke din rê nede pevçûna di navbera hêzên Kurdan de û dê li hember rawest e. Bi vê bîr û baweriyê bê gûman em ê kar bikin. Ê kar bike dê têkoşîna gelê me yê mafdar be, yê winda bike jî dê dagirker û zîhniyeta wan be.”