Îro 116 kes mirin, 4 hezar û 215 kes jî pê ketin 2020-11-18 19:47:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 116 mirovên din mirin û 4 hezar û 215 mirov jî bi şewbê ketin.      Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 116 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 215 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 11 hezar û 820 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 425 hezar û 628.