ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-19 09:00:59 * Felak A. ku di 3 alên dawî de polîsan 30 carî kurê wê F.A. biriye û sîxurtî lê ferz kiriye, gava ji bo kurê xwe diçe Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê, polîs lê dixin. Felak A. giliyê polîsan kir.  * Parlementera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Meclîsa ku derbarê 23 parlementerên wê yên jin de 521 fezleke hatine amadekirin û tê xwestin parlementeriya 8 kesan bê betalkirin wekî "Platformeke pir nêrza û carinan vediguhere qada şerî" nirxand.    * Emîne Şenyaşar ku di êrîşa parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz da 2 kurên wê û hevjînê wê jiyana xwe ji dest dan, ji bo danişîna ku dê sibê bê lidarxistin careke din daxwaza xwe ya ji bo edaletê anî zimên û got: "Bila ev zilma biqede. Bila edalet pêk bê."    * Jinên elewî anîn ziman ku dê di 25'ê Mijdarê de li dijî feraseta nêrza dakevin qadan û bi dirûşmeya "Tu bend tune ne ku em nikaribin bi hêza xwe wan derbas bikin" bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan.    * Remziye Akbal ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin, ji ber ku zarokên wê yên kur çênebûne tahde lê hatiye kirin û ji ber vê dev ji hevjînê xwe berdaye û tevî çar keçên xwe ji xwe re jiyaneke nû ava kiriye. Akbal, çendî ku derfetên wê pir tune ne jî, lê belê cardin li ber xwe dide. Akbal bang li jinan kir ku tu carî bêdeng nemînin.    * Koma Çar û Mar ku ji 4 jinan, 4 zimanan û 4 çîrokan pêk tê, bi helbest, muzîk û çîrokên xwe dengên jinan radigihînin.    * Li Colemêrgê Hamza Adiyaman ê 9 salî di sala 2016'an de gava bi hevalê xwe re dilîst topa wî gindirî bû Çemê Zapê. Adiyaman gava xwestibû topa xwe szevt bike di çem de wer bûbû û winda bûbû. Lê belê niha bi îdiaya ku Hamza Adiyaman ê 9 salî hatiey ervandin û wî birine çiyê, dêya wî jî hatiye ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştiye.    * Jinên dersimî jî bal kişandin ser 25'ê Mijdarê û bang li jinan kirin û gotin: "Di 25'ê Mijdarê de em pêşî li ber şidetê bigirin."    * Bircên Fînîkê yên dîrokî yên li gundê Keraşînê yê navçeya Basayê, bi tunebûn û hilweşandinê  re rû bi rû ne.   * Navenda Giştî ya ÎHD'ê ji bo pêşî li mirinên li girtîgehan were girtin û mafê jiyanê were parastin dê li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê lid ar bixe. (11.30)   * Meclîsa Ciwanan a Hevgirtî dê ji bo doza Kemal Kûrkût li avahiya HDP'a Çankaya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan dê li gelek bajaran çalakî û şahî werin birêbirêvebirin. (12.30-13.00)   * Odeya Bijîşkan a Mêrdînê wê têkildarî Kovid-19 civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê û şandeya pê re dê di çarçoveya "Budçeya Xelkê" biçin serdana Navenda Giştî ya KESK'ê. (14.00)