Dayika ku çû kurê xwe yê sîxurtî lê tê ferzkirin ji emniyetê bîne, polîsan lê xist 2020-11-19 09:09:46 MÊRDÎN – Felak A. ku di 3 salên dawî de polîsan 30 carî kurê wê F.A. biriye û sîxurtî lê ferz kiriye, gava ji bo kurê xwe diçe Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê, polîs lê dixin. Felak A. giliyê polîsan kir.  Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsan li F.A.yê 16 salî sîxurtî ferz kiriye. Polîs di Adara 2018'an de davêjin ser malê. Di avêtina ser malê de bav Saît A. tê binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" jî tê girtin. Piştî vê polîsên midûriyeta Polîsan a Nisêbînê tim davêjin ser malê û di avêtina ser malê de kurê malê F.A.yê 16 salî tim binçav dikin. Di 3 salên dawî de polîsan 30 carî F.A. birine midûriyeta polîsan û her cara ku wî birine sîxurtî lê ferz kirine.    Çend roj berê li ser dîwarekî nivîs tên nivîsandin. Polîsê bi navê Yaşar Ç. û yên li cem wî, di 16'ê Mijdarê de diçin kargeha birayê F.A. Polîs, bi zorê F.A. ji cem birayê wî dibin. Gava wî dibin midûriyeta polîsan, polîs navê pênc kesên tê derpêşkirin nivîs li ser dîwaran nivîsandine didin ber F.A. û jê dixwazin ku derbarê van kesan de îfadeyê bide.    Piştî dê Felak A. dibihîse ku polîs Yaşar Ç. bi zorê kurê wê biriye, berê xwe dide midûriyeta polîsan. Gava dê diçe midûriyeta polîsan dengê kurê wê ji jêrzemîna avahiyê tê. Dç Felak A. bertek nîşan dide û ji polîsan re dibêje dê giliyê wan bike. Di wê kêliyê de polîs Yaşar Ç. ji jêrzemînê tê û rasterast destê xwe dixe qirika dê Felak A.    GILÎ KIR   Piştî demekê dayik Felak A. kurê xwe F.A. digire û diçe Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê û giliyê polîsan dike. Dozgerî dayikê sewqî nexweşxaneyê dike û dû re ji bo îfadeyê gazî wê dike. Dayik Felak A. jî ji bo îfadeyê diçe edliyeyê û giliyê polîsan dike.    ‘3 SAL IN DEV JI KURÊ MIN BERNADIN'    Felak A. got: "Hema bibêje her roj polîs gefan li kurê min dixwin û jê re dibêjin 'Bibe zilamê me, em ê karetkê ji te re derxînin, tenê tu navan ji me re bibêje.' Kurê min jî qebûl nake. Gava qebûl nake gefan lê dixwin. Pêşiya wî dibirin û gefan lê dixwin ku dê kargeha wan bigirin. Ez ji kurê xwe re dibêjim guh mede wan. Lê tim gefan lê dixwin. Jê dixwazin ku navê kesên di nav rêxistinê de ne ji wan re bibêje. Gava qebûl nake, wî digirin. Lê derbaarê wî de ne biryara binçavkirinê heye ne jî biryareke dozgeriyê. Bi awayekî kêfî wî dibin."    ‘DENGÊ KURÊ MIN JI JÊRZEMÎNÊ DIHAT'    Dayik Felak A. anî ziman ku polîs Yaşar Ç. çûye kargeha kurê wê û li wir F.A. girtiye û jê re gotiye 'Ez ew kes im ku min Xwedê zevt kiriye.' Felak A. anî ziman ku gava çûye midûriyeta polîsan dengê kurê wê ji jêrzemînê hatiye û got: "Diqîriya digot 'ez nizanim, ez nas nakim.' Min pirsî, ji bo çi kurê min birine jrêzemînê. Polîsê bi navê Yaşar Ç. qîriya û êrîşî min kir. Heger qeydên kamerayê jê nebiribin, dê xuya bike. Xeber gotin, gefxwarin got, ez ê te bikujim. Qîriya got, 'Terorîst, çi îşê te li vê derê heye.' Heqaret kirin û gelek xeber gotin. Min rapora derbkirinê girt û min giliyê wî kir."    ‘EM DEWLET IN, HÛN TERORÎST IN'    Felak A. anî ziman ku polîsan ji wan re gotiye heger hûn gilî bikin 'em ê kargeha we bigirin' û got, polîsan gotiye: "Şaredarî li du gotinên me mêze dike. Em dewlet in, hûn terorîst in."    Dayik F.A., bilêv kir ku di 3 salên dawî de kurê wê herî kêm 30 carî bi awayekî kêfî hatiye desteserkirin û got: "Wî dibin, tahdê lê dikin. Îfadeyê jî nagirin. Ne qeydek heye, ne tiştekî din. Bi temamî kêfî ye. Ji ber şewbê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Lê roja Cejnê hatin gotin îfadeya wî heye û wî birin. Me pirsî qedexe heye, îfadeya çi halê çi. Lê bi zorê birin. Ne ewraqk hebû ne qet. Paşê min telefonî kurê xwe kir û min jê re got bila telefonê bide Yaşar Ç. Gava telefon da, min jê re got heger di nava 5 deqeyan de kurê min neyne, ez ê biçim midûriyeta polîsan. Çawa min wisa got, kurê min anî. Ez ditirsim tiştekî xirab bînin serê kurê min. Herî dawî ez çûm min kurê xwe ji bodrûma midûriyeta polîsan derxist, anî."    MA / Ahmet Kanbal