Îranê 2 kolberê din qetil kir 2020-11-19 13:00:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê li Şino êrişî komek kolber kirin, di encamê de 2 kolberan jiyana xwe ji dest dan.   Êrişên hêzên rejîma Îranê ya li ser kolberan dewam dike. Hema bêje rojane kolber ji aliyê rejîma Îranê ve têne kuştin. Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê, hêzên pasdaran li herêma Şino ya bi ser Ûrmiyeyê ve êrişî komek kolber kirine.   Heman çavkaniyê ragihand ku di encama êrişê de kolberê bi navê Hakan Mihemed Zade yê xelkê gundê Kirîkan Selmas û kolberê bi navê Wesîm Ferdîn Zade yê xelkê gundê Pirdawê ya Şino hatine kuştin. Tê gotin hîn jî cenazeyê kolberan radestî malbatan nehatiye kirin.   Li gorî daneyên rêxistinên mafê mirovan, tenê di meha mijdara 2020’an de 6 kolber ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.