Cîgirê Şaredarê Silopiya yê berê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-11-19 13:17:22   ŞIRNEX - Cîgirê Şaredarê BDP'ê yê navçeya Sîlopiya ya Şirnexê yê berê Abdulkerîm Sonmez ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.    Cîgirê Şaredarê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) yê navçeya Silopiya ya Şirnexê yê berê Abdulkerîm Sonmez ê ku bi vîrûsa koronayê ketibû, 15 roj bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê dihat dermankirin. Sonmez ê li nexweşxaneyê her ku çû rewşa wî giran bû tevî hemû mudaxileyên tibî jî jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Sonmez piştî wecîbeyên olî li Goristana Başakê ya Silopiya hat veşartin.    Sonmez di navbera salên 2009'an û 2014'an Cîgiriya Şaredarê Silopiya kiribû.