‘Piraniya zarokên li girtîgehan bi feqîriyê re rûbirû ne’ 2020-11-19 13:28:12   ENQERE – Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca a ji Mafên Mirovan Berpirsiyar diyar kir ku piraniya zarokên di girtîgehan de di nava feqîriyê de ne.    Cîgira Serokê Giştî yê CHP’ê Gulîzar Bîçer Karaca a ji Mafên Mirovan Berpirsiyar û di heman demê de Parlamentera Denîzliyê ye bi endamen Koma Xebatê ya Mafê Mirovan a CHP’ê re li navenda giştî ya CHP’ê têkildarî 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê, civîna çapemeniyê li dar xist. Karaca got wan xwestiye di vê serdema şewba koronayê de binpêkirina mafên zarokan ên li girtîgehan derxin pêş û bikin rojev.    Karaca anî ziman ku ji bo ew bi zarokên li girtîgehan in re hevdîtin bikin serî li Wezareta Dadê dane, lê belê bi hêceta pandemiyê li gelek girtîgehan nikaribûne bi zarokan re hevdîtinê bikin û ji bo zarokan wê hevdîtinên wan berdewam bikin.    Karaca destnîşan kir ku haya kesî ji zarokên girtî çê nabe û rewşa wan çi ye û ji ber vê yekê jî nikarin pirsgirêkên zarokan çareser bikin. Karaca da zanîn ku zarokên xwendin û nivîsandina wan nîne li girtîgehan hene û li girtîgehan piraniya zarokên di girtîgehan de di nava feqîriyê de ne.