Ji ber qertê bestikê yê KCD’ê 7 sal û 6 meh ceza li rêveberê HDP’ê birîn 2020-11-19 14:09:34   AMED – Ji ber ku di bernameyeke KCD’ê de qertê bestikê yê KCD’ê li ser navê wî hatiye amadekirin, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh ceza li Rêveberê HDP’ê yê Bajar ê Amedê Edîp Bînbîr hat birîn.    Ji ber ku di bernameyeke KCD’ê de qertê bestikê yê KCD’ê li ser navê wî hatiye amadekirin, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh ceza li Rêveberê HDP’ê yê Bajar ê Amedê Edîp Bînbîr ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 3’ê cotmehê de hatibû girtin, hat birîn.    Danişîna doza ku li Bînbîr hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Bînbîr, ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parastina xwe kir. Bînbîr, di parastina xwe de diyar kir ku endamê HDP’ê ye û tevlî tu bernameyeke KCD’ê nebûye û qertê kut ê angaştkirin li ser navê wî hatiye amadekirin jî ne li ser navê wî li ser navê Edîp Binbîlîr e. Bînbîr, destnîşan kir ku xebatên wî yên partiya wî jî weke sûc hatine hesibandin got ku xebatên partiya wî xebatên qanûnî ne û daxwaza beraeta xwe kir.    DOZGER CEZA XWEST   Di danişînê de dozger mutalaaya xwe ya beriya niha dubare kir û ji bo Bînbîr ceza xwest. Parêzerên Bînbîr Cemîle Tûrhalli Balsak û Mehmet Oner, li dijî mutalaayê derketin û gotin ku xebatên Binbîr ên partiya wî xebatên qanûnî ne û daxwaz kirin ku muwekîlê wan bê beraetkirin.    CEZA DAN BÎNBÎR   Heyeta dadgehê, bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh û ji parvekirinên medya civakî jî salek û 10 meh û 15 roj ceza li Bînbîr birî. Her wiha dadgehê bi hinceta “dibe ku sûc bike” cezayê Bînbîr ne daxist û ne jî taloq kir.