Li Erzînganê êrişî tabelaya HDP’ê hat kirin 2020-11-19 14:51:40   ERZÎNGAN – Kesên nasnameya wan ne diyar li Erzînganê li ser tabelaya rêxistina HDP’ê nivîsên nijadperest nivîsandin.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Erzînganê ragihand ku kes an jî kesên nasname endiyar li ser tabeleya wan nivîsên nijdatperest wek “MHP” û sê hîv nivîsandine. Her wiha ser navê HDP’ê jî hatiye xêzkirin. Rêveberên HDP’ê dema serê sibê çûn avahiya xwe ferq kirin ku li dijî tabeleya wan êriş çêbûye. HDP’iyan agahî da polîsan û polîs çûn HDP’ê tabela daxistin û ji bo lêkolînê li gel xwe birin.    Rêveberên HDP’ê têkildarî êrişê li Serdozgeriya Komarê ya Erzîngahê giliyê êrişkaran kirin.