OHD: Qîmet nedin protokol û peymanên navbeynkaran 2020-11-19 15:13:04   AMED - Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Parêzer Halîse Dakali, derbarê projeya veguhertina bajar a Taxa Kaynartepeyê de xwest ku şêniyên taxê qîmet nedin tu protokol û peymanên navbeynkaran û banga hestiyariyê kir.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, derbarê veguhertina bajar a li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê OHD’ê Parêzer Bunyamîn Şeker, endam û rêveberên komeleyê beşdarî civînê bûn. Di civînê de Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Amedê Halîse Dakali daxuyanî xwend.    ‘PROJEYA BAJAR BÊ NASNAME BIHÊLE NAYÊ QEBÛL KIRIN’   Dakali, bal kişand ser koçberiya navxweyî ya bajaran û wiha got: “Li gel koçberiya mirovan a bajaran derfetên mirovan ên ku pêwistiyên aborî û civakî pêşwazî bikin tune ne. Divê projeyên veguhertina bajaran bi awayekî teknîk, civakî û lêkolînî werin kirin û armanca rantê di nava xwe de nehewîne. Li Tirkiyeyê Projeyên Veguhertina Bajaran ji derveyî esas girtina jiyana mirovan veguheriya alava rantê. Projeyeke ku dîrok û çanda bajar tune bike, civak û bajarê bê nasname bike nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em projeya veguhertina bajar a Taxa Kaynartepeyê bi fikaran dişopînin.”   ‘GELÊ SÛRÊ HATIBÛN MEXDÛR KIRIN’   Di axaftina xwe de Dakali, projeya veguhertina bajar a li navçeya Sûrê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Di çarçoveya veguhertina bajar de bi sedan kes li Sûrê hatin mexdûrkirin, protokolên hatin îmzekirin ji kesên xwedî maf hatin veşartin. Ji ber vê yekê welatî protokol û peymanan îmze nekin wê ji bo wan baştir be. Dîsa em dizanin ku welatiyên Sûrê ji alikariya kirê û krediyan bêpar hatibûn hiştin, mexduriyeta wan zêdekiribûn û ji mecbûrî koç kiribûn.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Dakali, xwest ku şêniyên Taxa Kaynartepeyê ji bo ku mexdûr nebin qîme nedin protokol û peymanên navbeynkaran û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derbarê mafên mulkiyetê yên bi makeqanûnê girtine bin ewlehiyê em pêşniyar dikin ku şêniyên taxê ji hiqûqnasên nas alîkariyê bigirin û di vê mijarê de herkesî vedixwînin hestiyariyê.”