Kaya: Li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî heye 2020-11-19 16:52:03   WAN – Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, di panela ku di çaroveya 25’ê Mijdarê de li Wanê hat lidarxistin de axivî û diyar kir ku li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî pêk tê û ev tişt got: “Pêwistiya me bi xetên nû yên têkoşînê heye.”   Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Şaxa Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê panelek li dar xist. Moderatoriya panele Endama TJA’yê Tulîn Yeşîl kir û Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm û Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî weke axaftvan tevlî panelê bûn. Li eywana ku panel lê hat lidarxistin pankarta “Em xwe diparêzin” hat daleqandin.     QETILKIRINA JINAN DANEYÊN ŞER IN!   Sekretera Giştî ya Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Fîdan Ataselîm, di axaftina xwe de bal kişand ser astengiyên ku ji aliyê zilaman ve ji jinan re tên derxistin û got ku daxwazên jinan ên mafdar bi zilamtiyên tên astengkirin û derbarê qetilkirina jinan de ev dane parvekirin: “Di sala 2020’an de 259 jin hatine qetilkirin û 152 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Em daneyên qetilkirina jinan weke “daneyên şer” dibînin.”   TUNDIYA BI KINCÊN LEŞKERÎ    Piştî Ataselîm Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya axivî. Kaya di axaftina xwe de bal kişand ser tundiya ku ji hêla hêzên leşkerî ve li bakurê Kurdistanê pêk tê û ev tişt gotin: “Cinayetên jinan ji sedî 400 zêde bûne. Em li bajarên kurdan tundiya bi kincên leşkerî dibînin. Bi piştgiriya dewletê jin di bin navê “evînê” de tên xapandin. Heta destdirêjî û qetilkirina jinê jî diçe. Ji aiyê peywirdarên leşkerî ve tundî li jinên ciwan tê kirin. Erişeke li dijî hebûna me heye.Em tev bi mirinê re rûbirû ne. Ji ber vê pewistiya me xetên nû yên têkoşînê heye.”   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bûn.