Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bû 430 hezar û 170 2020-11-19 19:38:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 123 mirovên din mirin û 4 hezar û 542 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 123 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 4 hezar û 542 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 11 hezar û 943 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 430 hezar û 170.