Li dijî parêzer û nûnerên STO’yê operasyon 2020-11-20 08:11:36 AMED - Li Amedê, di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de, Hevserokê Giştî yê OHD Bunyamîn Şeker û gelek parêzer jî di nav de nûnerên rêxistina civaka sîvîl hatin di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir de, polîsan di saetên serê sibê de, bi ser gelek malên parêzer û nûnerên rêxistina civaka sîvîl de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan de, dest danîn ser bîlgîsayar, pirtûk û materyalên dijital. Di serdegirtinên malan de, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şerker jî di nav de, gelek parêzer, rêveber û endamên rêxistina civaka sîvîl hatin binçavkirin.    Kesên hatin binçavkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.    NAVÊN KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN   Navê kesên hatin binçavkirin wihane: “Parêzer Bunyamîn Şeker, Abdulkadîr Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, Îmran Gokdere, Diyar Çetedîr, Serdar Ozer, Ferîde Laçîn, Gevriye Atli, Resûl Tamûr, Cemîle Tûrhalli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrîm Bariş Baran, Neşet Gîrasûn, Sedat Aydîn, Şîvan Cemîl Ozen, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Samsûrê Prz. Bulent Temel, Mahsum Bati, rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Diyar Dîlek Ozer û endama federasyonê Leyla Ayaz, endamê Konseya Navendî ya TTB’ê yê berê Şehmus Gokalp, endamê DÎVES Suleyman Okur, endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, rêveberê HDP’ê yê Amedê yê berê Îlhamî Yurek, endamê SES’ê yê hatibû îxraçkirin Ûmît Çetîner, endamê HABER-SEN Mehmet Kaçar, Plangerê Bajêr Haknaz Sadak û Edîtora Jinnews’ê Roza Metîna.”