ROJEVA 20'Ê MIJDARA 202'AN 2020-11-20 09:00:30 * Nebahat Îşçî ku di temenê xwe yê biçûk de hatiye zewicandin û niha tevlî kampanya TJA’yê ya “Em xwe diparêzin” bûye, diyar kir ku ji bo bi hezaran jinên tundî li wan tê kirin têdkikoşe. * Hamît Ozkan di êrîşeke ku çekên dewletê tê de hatibûn bikaranîn, jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê Qeymeqamê Şemrexê ji bo vê bûyerê got: "Haya me ji her tiştî heye." Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Fevzî Adsiz jî got, heya ku 'pergala cerdevantiyê' neyê betalkirin dê pêşî li ber bûyerên bi vî rengî neyê girtin.    * Stenboliyên ku ji ber krîza aborî bi zor debara xwe dikin, rêveberiya AKP'ê rexne kirin û gotin, heger prisgirêka kurd çareser bibe dê welat aram bibe.    * Li Sîteya Pîşesaziyê ya Evren a Rihayê, bi salan e di warê ceryan, av, rê û qenalîzasyonan de pirsgirêk hene û ji ber vê esnaf nikarin karê xwe bikin.    * Dîwarê ku dê Amedê bike du şeq, nêzî navenda bajêr dibe. Her wiha doza ku ji bo betalkirina çêkirina dîwêr hatibû kirin jî, piştî dîwar bê qedandin dê bê lidarxistin. Serokê Şaxa Odeya Endezyaran Ferît Kahraman, nerazîbûna xwe ya ji bo vê yekê anî ziman.    * Li Girtîgeha Curnê Reş a Tîpa T'yê hejmara girtiyên ku bi şewba Covîd-19'ê ketine, bû 19 û hejmara kesên hatine karantînakirin jî bû 22.    * Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez anî ziman ku gava xwestiye bibe siyasetmedar bi gotinên "Îcar jin û bibe siyasetmedar, de li mala xwe rûnê" re bi rû maye, lê belê guh nedaye van gotinan û got, vîna jinê ne kêm e û dê dev ji vê helwesta xwe bernede.    * Li Taxa Çamlica ya Êlihê, malbata Yuce ji ber rewşa aborî nikare debara xwe bike.    * Qedeya li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an ve didome. Nûnerên partiyên muxalif û rêxistinên civaka sivîl anîn ziman ku qedexeya navbirî ji bo AKP'ê nederbasdar e û gotin, li bajêr hiqûq hatiey rawestandin û ser binpêkirinên mafan tê nixumandin.    * Danişîna çaremîn doza ferdên Malbata Şenyaşar ku di encama êrişên AKP'iyan de jiyana xwe ji dest dan dê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Meletiyê were lidarxistin. (10.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li Navenda Giştî ya HDP'ê derbarê geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Bi boneya 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê dê li Amedê, Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê daxuyanî werin dayîn. (11.00-14.00)   * Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) dê li ser zoomê civîna "Anketa Pandemiyê ya Bijîşkên Malbatan" li dar bixe. (12.30)