Stenbolî: Sedema sereke ya krîzê şer e 2020-11-20 09:00:57 STENBOL – Stenboliyên ku ji ber krîza aborî bi zor debara xwe dikin, rêveberiya AKP'ê rexne kirin û gotin, heger prisgirêka kurd çareser bibe dê welat aram bibe.  Li Stenbolê ji esnafan heya karkeran, ji kesên teqawidbûyî heya kedkarên navmalê her kes bi awayekî dijwar bandorê ji krîza aborî digire. Welatiyan destnîşan kirin ku sedema sereke ya krîz aborî şer û ji bo çareserkirina vê meseleyê jî îşaret bi pirsgirêka kurd kirin û gotin, heger pirgsirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin vê ev krîz jî hel bibe.    EM BI NAN Û ZEYTÛNAN ZIKÊ XWE TÊR DIKIN    Bavê 7 zarokan karkerê înşeatê Selehattîn Bag (50), anî ziman ku ligel hemû hewldanan jî heqê keda xwe bi dest naxe û got, lewma di şert û mercên zehmet de dijîn. Bag, diyar kir ku mehê 2 hezar û nîv an jî 3 hezar bi dest wî dikeve û got: "Heqê kirêya me hezar û 500 TL ye. Fatûrey avê 80-100 TL tê. Heqê ceryanê 150-200 TL tê. Zivistanê zêdetir tê. Gaza xwezayî tune ye. Hebûna jî em ê ji bin ranebûna. Em sobeyê pêdixin. Gava em êzing û komirê jî hesab bikin 2 hezarî derbas dike. Bi qasî 500-1000 TL di dest min de dimîne. 3 zarokên min jî dixwînin. Îjar ez ê bi vî pereyî çawa debara xwe bikim? Em ê çi bixwin û çi vexwin. Em bi zor û heft bela debara xwe dikin. Yanî em bi nan û zeytûnan debara xwe dikin."    SEDEMA KRÎZÊ NERÊVEBIRINA WELÊT E    Bag, destnîşan kir ku sedema krîê ew e ku îqtidara AKP'ê nikare welêt bi rê ve bibe. Bag got: "Rêveberî tune ye. Her tişt di destê zilamekî de ye. Ev dîktatorî ye. Dê kesek çawa karibe bi rê ve bibe. Mirov nizanin kî wezîr in. Kesên nehilbijartî dibin wezîr. Li gor dilê xwe xizmên xwe, zavayê xwe tîne dike wezîr. Heger tu wisa bikî dê halê aboriyê jî ev be. Halbûkî Tirkiye welatekî pir zengîn e. Lê hemû xwarine."    3 MEH IN HEQÊ KIRÊ NEDAYE    Karkerê tekstîlê Abdûrrahman Yildiz ê 36 salî jî anî ziman ku piştî şewbê betal maye û 7 meh in naşixule. Yildiz, bilêv kir ku bi tena serê xwe dimîne lê belê cardin jî nikare debara xwe bike û got: "Çay û penêr e, hew. Tu li mala tu kesî nikarî du cure xwarin bibînî. 3 kirêyên min ketine ser hev, nikarim bidim. Her wiha fatûreyên av, ceryan û gaza xwezayî jî ketine ser hev. Wisa xuyaye vê mehê dê bigirin. Ji roja ku betal mame, ji heval û hogiran deyn dikim."    Yildiz got: "Rêveberiya AKP'ê 5 qurîşan jî nake. Gava em li welatên din dinêrin, qet nebe dewlet heqê kirêya kesên nikarin debara xwe bikin didin. Lê li welatê me tiştekî wisa tune ye. Çavên wan li bêrîka meriv e."    GEL MEHKÛMÎ BIRÇÎTIYÊ KIRINE    Kemal Îpekçî yê 57 salî jî karê qeynaxê dike. Îpekçî, bilêv kir ku gelên Tirkiyeyê mehkûmî şert û mercên zehmet hatine kirin û got, herî zêde jî ên zehmtiyê dikişîn in kurd in. Îpekçî, bilêv kir ku rewşa kuçeyan qet nebaş e û got, sedema vê jî polîtîkayên xirab ên AKP'ê ne. Îpekçî got: "Ji ber ku pergaleke baş a AKP'ê tune ye, her tişt li ber çava ye. Nan bi dest mirovan nakeve. Polîtîkaya wan a derve ji tiştekî re nabe. A navxweyî jî werê ye. Heger hilberîn tune be, tiştek jî pêk nayê. Hilberîn qedandin. Divê hûn hilberînin ku hûn pêş bikevin. Da ku gele aram bibe. Lê tiştekî werêt une ye. Ev dîmeneke êşbar e. Gel di nav xizaniyê de perîşan bûye. Meseleya sereke maf û azadiyên mirovan e. Lê dîmeneke êşbar û reşbîn heye. Ev serê kunêrê ye. Heye serê kunrê neyê qelihandin dê jiyaneke bi hev re çênebe û dê pirsgirêk hel nebin. Dêya min tirk, bavê min kurd e. Îja ê çawa be? Heya ev mesele hel nebe dê tu tişt çareser nebe."    Mehmet Emîn Ay jî karkerê tekstîlê ye û ji roja ku şewb dest pê kiriye heya niha betal maye. Ay got: "Em li malê 5 kes in. Tenê ez dixebitim. Şert û merc pir giran bûne. Em ji her tiştî kêm dikin. Em bibêjin berê me hefteyê carekê goşt dikirî, lê niha em mehê carekê dikirin."    Ay, anî ziman ku pirsgirêka sereke ew e ku AKP nikare welêt bi rê ve bibe.    ‘MIN BAZINÊN HEVJÎNA XWE FIROTIN'    Mehmet Ege yê 30 salî ku tekstîla wî heye, anî ziman ku kargeha wî 6 mehan girtî maye û di vî şeş mehî de xisiriye. Ege got: "Kirêya cihê kargehê heye, heêq mirovên li cem me dişixulin heye. Piraniya van kesan di kirê de ne. Sirf ji bo karibim nan bibim malê min bazinên hevjîna xwe firotin. Qet nebe xanî yê min e. Li vî welatî bi milyonan mirov di kirê de ne. Gelek kes nikarin heqê kirêya xwe bidin û nikarin nan bibin malê. Îcar dê ew çawa bikin?"    HEGER PIRSGIRÊKA KURD BÊ ÇARESERKIRIN...    Ege, destnîşan kir ku sedema hemû pirsgirkên Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got: "Heger li ciehkî neheqî li gelekî bê kirin, ew der pêş nakeve. Heger îstikarar siyasî û qanûneke bingehîn a demokratîk hebe dê pêşketin çêbibe. Bawer nakim tu dadger û dozger bêalî bin. Sed sal e pirsgirêka kurd heye. sed sal in kurd tên eciqandin. Heger li welatekî demokrasî tune be dê rewşa aboriyê baş nebe. Çima dê turîst bên cihekî şer lê hebe. Çima dê veberhênan werin cihekî ne ewle. Tu yê karekî ji xwe re bikî, lê çima tu yê li chekî ne ewle bikî. Ez wisa bawer dikim ku heger pirsgirêka kurd çareser bike dê ev welat 10 sal şûnde bibe welêt herî zengîn ê cîhanê."    MA / Îdrîs Sayilgan – Tolga Guney