Qedexeya li Wanê di sala 5'an de ye 2020-11-20 09:01:14 WAN - Qedeya li Wanê ji 21'ê Mijdara 2016'an ve didome. Nûnerên partiyên muxalif û rêxistinên civaka sivîl anîn ziman ku qedexeya navbirî ji bo AKP'ê nederbasdar e û gotin, li bajêr hiqûq hatiey rawestandin û ser binpêkirinên mafan tê nixumandin.  Walîtiya Wanê Rewşa Awarte ya piştî darbeya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin dike hincet û ji 21'ê Mijdara 2016'an heya niha li bajêr 15 rojan carekê hemû çalakî û xwepêşandanan qedexe dike. Lê belê ev qedexeya navbirî tenê ji bo partiyên muxalif û rêxistinên civaka sivîl, sendîka û odeyên pîşeyî derbasdar e.   Her wiha Baroya Wanê ji bo betalkirina vê qedexeya navbirî 12 caran serî li Dadgeha Îdarî daye jî, lê belê her 12 serlêdan jî hatine redkirin.    Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl qedexeya navbirî nirxandin.    HDP: FINDA AKP'Ê TEFIYA    Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kava diyar kir ku yê herî zêde nesîbê xwe ji vê qedexeyê digire jî partiya wan e û got, berpirsiyarê vê qedexeyê AKP ye. Kava, anî ziman ku gava AKP nû hat avakirin îdiayên wê yên wekî demokrasî, hiqûq, aborî û aramiyê hebûn û got: "Lê belê civakê xapand. Te dît dibêjin 'agir bi mala virekan ketiye kesî bawer nekiriye.' Civakê jî vê derewa AKP'ê dît. Finda wan jî heya ku ew şiyar bûn tefiya. Ew find tefiya, qirêjî û derewên wan derketin holê."    SARISAÇ: HIQÛQ HATIYE ARWESTANDIN    Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî anî ziman ku qedexeya navbirî nîşan dide ku hîn jî pêkanînên rewşa Awarte didomin û got, bi van qedexeyan hiqûq hatiye rawestandin. Sarisaç, bilêv kir ku ji bo bertekên gelê kurd ên li dijî êrîşan bên astengkirin, van qedexeyan îlan dikin û got: "AKP, dixwaze her tişt di kontrola wê de be. Hikûmet, ji bo burokratên xwe û kesên nêzî xwe fêdê bigirin ji wan re qadina diafirîne. Wekî hûn jî dizanin, li Wanê gelek maf tên binpêkirin. Hema bibêje her roj li sînor welatiyên me tên kuştin. Êdî kurdan ji helîkopteran davêjin. Di warê abor, civakî û siyasî de astengiyên mezin hene. Ji bo bertekên gel ên li dijî van pêkanînan binixumînin, qedeeyan îlan dikin û vê yekê jî bi destê esker û polîsan dikin."    ‘REWŞA AWARTE DEWAM DIKE'    Sarisaç, destnîşan kir ku gel bi hikûmetê bawer nake û got: "AKP, bawer dike ku dê bi şer îqtidara xwe li ser pêyan bihêle. Ji bo vê jî krud kirine hedef. Tim bi kurdan re şer dike. Lewma Rewşa Awarte tim heye. Ji salên 90'î heya niha li Kurdistanê Rewşa Awarte heye. Hîn jî bi awayekî fiîlî li Kurdistanê û tevahiya Tirkiyeyê didome."    DBP: TENÊ JI BO MUXALIFAN HEYE -   Hevserokê Partiya HerêmêN Demokratîk (DBP) a Wanê Çetîn Ûyar jî walîtiya ku qedexeyê radigihîne di kontrola AKP'ê de ye û got: "AKP bi rihetî standan vedike û kongreyên xwe li dar dixe. Lê gava em dixwazin bikin, polîs qedexeyan dferz dikin. Ev qedexe tenê ji bo partiyên muxalif hene. Lewma em walîtiyê şermezar dikin."    BANGAWAZIYA 'XEBATA HEVPAR'    Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay jî destnîşan kir ku qedexeya li bajêr tenê ji bo kesên muxalif tê danîn û got: "Rêxistinên civaka sivîl ên alîgir an jî partiyên siyasî bi rihetî her tiştîd ikin. Herî dawî hin partiyên siyasî ji bo endamtiyê stand vekirin. Lê nehiştin partiyên din standan vekin."    Atabay, anî ziman ku li bajarên din jî qedexe hene, lê belê li Wanê di asteke bilind de ye û got: "Divê ji derheqê van qedexeyan bê derketin. Ji bo vê jî divê rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî xebateke hevpar bikin."    ÎHD: SER BINPÊKIRINÊN MAFAN TÊ NIXUMANDIN    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mûrat Melet jî anî ziman ku ji ber vê qedexeyê nikarin binpêkirinên mafan ên li bajêr pêk tên ragihînin gel û got, bi van qedexeyan tê xwestin ku ser binpêkirinên mafan û mexdûriyetên çêdibin bê nixumandin.    Melet, destnîşan kir ku ev qedexe tenê ne ya walîtiyê ye û got, çendî ku walî diguherin jî biryara ji bo qedexeyê naguhere. Melet got: "Biryareke werê kêfî ye ku, êdî walî jî derbas kiriye. Ev biryar biryareke îqtidara siyasî ye. Îqtidar bi awayekî kêfî vê biryarê dide."    MA / Mujdat Can – Mazlûm Engîndenîz