6 saetan sîleh xistin serê wî û pişt re gotin ‘derbasî be’ 2020-11-20 11:49:25   MÊRSÎN – Osman Alkiş ê duh li Mêrsînê polîsan bi ser mala wî de girtibû bi tundiya polîsan re rûbirû maye û 6 saetan sîleh xistine serê wî. Piştî lêgerînê polîsan gotiye “derbasî be” û ji malê derketine.    Li taxa Guneş a girêdayî navçeya Akdenîz a Mêrsînê duh polîsan bi ser mala Osman Alkiş ê 51 salî de girtibû. Bi hêceta ku lêgerîna kurê wî Serdar Alkiş ê sê sal berê çûye Elmanyayê heye bi ser malêde girtin e. Osman Alkiş anî zman ku polîsan 6 saetan li mala wî lêgerîn pêk aniye û wî li ser dev dirêj kirine û sîleh xistine serê wî. Alkiş diyar kir ku polîsan bi kuçikan lêgerîn pêk aniye û piştî li malê tiştek nedîtin polîsan jê re gotiye “derbasî be” û ji malê derdikevin diçin. Alkiş got titşa li miqabilî wan pêk hatiye dij mirovahiyê ye û polîsan bi van kirinên xwe malbata wî tirsandiye.