Li Westanê 2 kes di binçavan de bi lêdanê re rûbirû mane 2020-11-20 11:59:17   WAN -  Li navçeya Westanê 2 kes bi sûcariya qaçaxiya mirovan kirine bi lêdana esker û cerdevanan re rûbirû man. Derbarê 4 eskeran de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li navçeya Westanê ya Wanê Lokman Orhan (25) û Mehmet Şakir Yalçin (55) bi hêceta qaçaxiya mirovan kirine di 16’ê mijdarê de ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin. Her du kesan dibin Miduriyeta Polîsan a Westanê. Piştî rojek di binçavan de tên hitşin, bi şertê kontrola edlî tên berdan. Orhan di îfadeyên xwe de qebûl kir ku qaçaxiya însanan dikin û ew ji vê rewşê poşman e. Yalçin jî sûcên derbarê xwe de qebûl nekir.    DI BINÇAVAN DE LI WAN DE NE    Her du kes di îfadeyên xwe de diyar dikin ku leşker û cerdevanan li wan daye. Di fotografên her du kesan ê dema binçavkirinê de hatiye girtin, tê de diyar dibe ku li wan dane. Di wêne de xuya dibe ku ser û çavên her du kesan jî reş û şîn bûne û werimî ne.    Li aliyê din Serdozgeriya Komarê ya Westanê têkildarî bûyerê derbarê 4 eskeran de lêpirsînê da destpêkirin.