Derbarê 4 hevserokên HDP’yî de doz hat vekirin 2020-11-20 14:52:59 AMED – Derbarê Hevserokên Rêxistina HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen û Hevserokên Rêxistina HDP’a Navçeya Yenîşehîrê Sûzan Sizici û Kasim Kaya ku ji daliqandina posterê Ocalan berpirs tên girtin hat vekirin.    Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen û Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê Sûzan Sizici û Kasim Kaya di serdegirtinên avahiya partiya xwe de hatibûn binçavkirin û girtin. Lêpirsîna derbarê hevserokan de temam bû û dozname hat amadekirin. Di îdianameyê de hevserok bi îdiayên “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” tên sûcdarkirin û tê xwestin ji 8 salan heta 20 salan werin cezakirin.    Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Amedê doznameyê qebûl kir û di doznameyê de her çar hevserok ji zeliqandina posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li kuçeyên Sûrê berpirs tên girtin.