Wê binçavkirin li Amedê bên şermezarkirin 2020-11-20 16:41:20   AMED – KCD, HDP, DBP û OHD, wê sibê derbarê binçavkirinên li Amedê li Parqa Koşûyolûyê çalakiyeke şermezarkirinê bê lidarxistin.    Îro di saetên serê sibehê de di çaroveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû destpêkirin de polisan bi ser malan de girt û 32 jê parêzer 101 kes binçav kirin. Wê sibê ev operasyonên ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ve saet di 13.00’an de li Parqa Koşûyolûyê bi daxuyaniyekê bê şermezarkirin.