Îro 141 kes mirin û 5 hezar û 103 kes jî pê ketin 2020-11-20 19:45:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 141 mirovên din mirin û 5 hezar û 103 mirov jî bi şewbê ketin.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 141 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 103 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 12 hezar û 84 kesan jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 435 hezar û 273.