ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2020'AN 2020-11-21 09:00:53 * Rêvebera TUAY-DER’ê Parêzer Aslihan Bûlût diyar kir ku li gelek girtîgehan vîrûsa koronayê belav bûye û got: “Divê girtiyên nexweş demildest serbest werin berdan.” * Salîhe Sevdî û Aygul Çîftçî ku çend sal berê ji Wanê koç kirine û li Enqereyê hev du nas kirine, niha di heman tendûrê de nan dipatin û pê debara xwe dikin.    * Berxwedana karkerên Sînboyê di roja 4'an de ye. Karkerên Sînboyê ku ji ber endamên sendîkayê bûn ji bo wan destûra bêheq hat dayîn, diyar kirin ku heya heqê xwe bi dest nexin dê têkoşîna wan dewam bike.    * Li Bazîdê ku ji ber şewba Covîd-19'ê deriyên sînor ji bo sivîlan hatine girtin, her diçe hejmara kesên betal zêde dibe. Welatiyan destnîşan kir ku ev yek ji ber kesên ku dewletê rê dibin pêk tê.    * Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî destnîşan kir ku sedema binpêkirinên mafan ên li herêmê polîtîkaya bêcezatiyê ye û got: "Polîtîkaya dijminane ya dewletê civakê ji hev vediqetîne."    * Mursel Yildiz ku gava di girtîgehê de bûye tevî du hevalên xwe yên girtî gotarên bi navê "Annales ve Tarîh" nivîsandiye û niha jî gotarên xwe û hevalên xwe kiriye pirtûk. Yildiz, anî ziman ku xwestine li Tirkiyeyê li dijî dîroka siyasî, pêşîkeşiya dîroka civakiyî bikin.    * Li Stenbolê me tahde û şideta li jinê tê kirin ji zilaman pirsî. Yek ji van zilaman Mehmet Kocabey, diyar kir ku ji televîzyonan 25'ê Mijdarê hîn bûye û got, divê hîn bêtr çalakiyên jinan di TV'yan de cih bigirin.    * Platforma Jinê ya 25'ê Mijdarê dê bi dirûşmeya "Bila dengê me olan bide, em ji bo hev dakevin kuçeyan, li dijî şideta dewleta mêr di îsyanê de ne" li Kadikoyê çalakiyekê li dar bixe.    * Hevserokê Şaxa OHD’ê yê Amedê Muharrem Şahîn derbarê biryara beraetkirina kujerê Kemal Kûrkût de anî ziman ku ev yek têkçûna hiqûqê ye û got: “Ev biryar nayê qebûl kirin. Em ê heta dawiyê şopdarên vê bûyerê bin.”   * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dê di hefteya 614'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 817'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza cezakirina kujeran bikin. (12.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Êlihê dê têkildarî ku Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî ku Hevşaredarên Êlihê hedef nîşan da civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)   * Li Stenbol û Enqereyê dê parêzvanên mafê mirovan ji bo girtiyên nexweş çalakiyên heftane werin li dar xistin. (12.00)   * Li gelek bajaran dê li dijî binçavkirinên duh bi hêceta xebatên KCD'ê hatin binçavkirin daxuyanî werin lidarxistin. (12.00-13.00)   * Di çarçoveya 25'ê Roja Tundiya Li Dijî Jinan li gelek bajaran dê şahî û çalakî werin lidarxistin. (14.00-19.00)