Mehmet Înan 26 salin winda ye 2020-11-21 11:48:10   AMED - Xizmên Windayan, aqûbeta Mehmet Înan ê di 1994'an de li Sertê hat revandin û 26 salin agahî jê nayê girtin pirsîn.    Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, di hefteya 615’emîn de, ji ber vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî yê ÎHD’ê li dar xistin. Di vîdeoya hat parvekirin de, aqûbeta Mehmet Înan ê di 1994'an de li Sertê ji aliyê kesên bi çekve bi darê zorê hatibû revandin û 26 salin agahî jê nayê girtin hat pirsîn.    'BI ZORÊ KIRIN WESAYÎTÊ'   Endamê Desteya Rêveber a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Hasan Yalçin ê serpêhatiya Mehmet Înan xwend, diyar kir ku Înan sala 1954’an hatiye din, bavê 7 zarokan bû û bi karkeriyê debara mala xwe dikir. Yalçin destnîşan kir ku di dala 1994’an de nava du mehan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate destgîrkirin û piştre berdidan. Yalçin bal kişand piştî cara duyemîn girtin û 10 rojan bi şûnde 28’ê Sibata 1994’an dema li nava sûka Sêrtê ji aliyê kesên bi çek ve bi darê zorê xistin wesayîtê û revandin. Yalçin got: “Bavê Mehmet Înan, Alî Înan roja piştî bûyerê çû Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê, Walîtî û Fermandariya Tûgayê pirsa aqûbeta kurê xwe dike. Ji bo bav tê gotin ku kesekî wiha nehatiye destgîrkirin.”   CAREK DIN AGAHÎ JÊ NAYÊ GIRTIN    Yalçin destnîşan kir ku piştî windabûna Înan nêzî 4-5 mehan şûnde, polîs bavê Înan Alî Înan dibin Midûryeta Emniyetê ya Sêrtê, hinek wêneyan nîşanî didin, lê kesên wêneyên wan nîşan dan, Înan nas nake.    Yalçin anî ziman, tevî hemû hewldanên hiqûqî yên malbatê, bi tu awayî agahiyek ji Mehmet Înan nayê girtin.