Li Edeneyê li dijî polîtîkayên AKP’ê banga têkoşînê hat kirin 2020-11-21 14:35:00   EDENE – Hevserokê TUAYDER’ê ya Çûkûrova Zahîr Akalin bertek nîşanî operasyona li dijî KCD’ê da û banga têkoşîna hevpar a li dijî polîtîkayên AKP’ê kir.    Komelaya Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAYDER) a Çûkûrova bi civînek çapemeniyê bertek nîşanî operasyona li dijî KCD’ê pêk hat da. Civîn li avahiya HDP’a Edeneyê pêk hat û gelek kes beşdarî civînê bûn. Hevserokê TUAYDER’ê ya Çûkûrova Zahîr Akalin bertek nîşanî operasyonê da û destnîşan kir ku edaleta AKP’ê û qesrê li dijî saziyên kurdan vediguhere operasyonê û duh bi dehan kes bi awayek “operasyona dîlgirtinê’ binçav kirin û 21 parêzer duh bi şev hatin berdan. Akalin anî ziman ku wê operasyonên îqtîdarê yên li ser gelê kurd bi tu awayî bi ser nekeve, wê nikaribin têkoşîna wan bêzar bikin û xwest binçavkirî demildest werin berdan. Akalin li dijî operasyonên li ser sazî û dezgeh û kesayetan tên kirin û polîtîkayên AKP’ê banga têkoşîna hevpar kir.