Li Stenbolê polîsan mudaxileyî HDP’iyan kir: Gelek kes hatin binçavkirin 2020-11-21 16:41:33   STENBOL – Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê ji bo bertek nîşanî operasyona binçavkirinan a li dijî KCD’ê hat birêvebirin bide xwest li Tunela Taksîmê daxuyanî bide. Polîsan mudaxileyî girseyê kir û gelek kesan binçav kir.    Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê xwest li dijî operasyona binçavkirinê ya li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li Tunela Taksîmê daxuyaniyek bide çapemeniyê û bertekê nîşan bide. Polîsan girseyê asteng kir û mudaxileyî daxuyaniyê kir. Di mudaxileyê de gelek kes hatin binçavkirin.