Surucu: Divê êdî CPT li dijî tecrîdkirina Ocalan gavan biavêje 2020-11-22 09:02:38   AMED - Parlementera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, diyar kir ku bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Tirkiye hatiye tecrîdkirin û xwest ku CPT derbarê rakirina tecrîdê de gavan biavêje.   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Bûrsayê 21 sal in di yek hucreyê de tê girtin. Bi redkirina serlêdanên parêzeran û malbatê ya hevdîtinê, tecrîda li ser Ocalan a girankirî didome. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan nirxand.   ‘BIRÊZ OCALAN 21 SAL IN TECRÎDKIRÎ YE’   Surucu da zanîn ku Ocalan bi salane di bin tecrîdeke girankirî de ye û wiha got: “Birêz Ocalan tenê ne kesayetiyeke, paradîgmaya wî ji bo gelên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û kurdan felsefeyek û jiyaneke nû dide avakirin. Birêz Ocalan bi lîstikeke navnetewî dîl hat girtin. Ji ber ku hêzên navnetewî ji felsefeya Birêz Ocalan tirsiyan ew girtin, teslîmî Tirkiyeyê kirin. Birêz Ocalan 21 sal in di bin tecrîdeke girankirî da ye. Bi taybetî jî di van salên dawî de têkiliya wî bi her derê re qût kirin.”   ‘TECRÎDÊ BANDOR LI HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ KIR’   Surucu diyar kir ku girîngiya Ocalan a li Tirkiyê muhatabbûna aştî û çareseriya pirsgirêka kurd e û wiha axivî: “Rol û mîsyona birêz Ocalan a di navbera sala 2013’an û 2015’an de li ber çava ye. Wê demê şert û mercên aşitiyê avabûn, aramî hat welat. Lê belê Serokê AKP’ê Erdogan lingê xwe li maseya çareseriyê xist û şer îlan kir. Bi tecrîtkirina birêz Ocalan li Tirkiyeyê qeyran derket holê, jin, civak, kedkar, aşitî û jiyan hat tecrît kirin. Bandorê tecrîdê bandor li tevahiyê Tirkiyeyê kir. Dema ku li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tecrîda girankirî hat meşandin li Tirkiyeyê kaosê destpêkir û bandorek li hemû beşên civakê hat kirin.”   ‘DIVÊ AŞTIYEKE MAYINDE PÊK WERE’   Surucu destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Ocalan hemû nirxên mirovahiyê hatine tecrîdkirin û domand: “Ji bo ku em ji vê aloziyê derkevin û Tirkiye xwe bigihîne aramiyekê divê aştiyeke mayînde pêk were. Mûhatabê vê aşîtiyê jî Birêz Ocalan e. Pêwîste rayedarên dewletê rewşa welat li ber çavan bigirin û ji bo sererastkirina vê rewşê divê li Îmraliyê bi birêz Ocalan re careke din pêvajoya muzakereyan û pêvajoya çareseriya demokratîk bidin destpêkirin.”   ‘JI VÊ TECRÎDÊ LI TU DERÊ CÎHANÊ NÎNE’   Surucu qedexeya hevdîtinan a bi hêceta “Nexşerê” danîne ser parêzeran û malbatan jî bi bîr xist û got: “Piştî 11 salan nexşerê sûc nîşan didin û careke din tecrîdê giran dikin. Ev yek jî bêhiqûqî ye û bêedaletiyeke mezin e. Tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin ji bilî Tirkiyê li tu derê cîhanê nîne. Ne bi parêzerên xwe ne bi malbata xwe re dikare hevdîtinê pêk bîne. Her girtî dikarin bi malbata xwe re bi telefonê biaxivin, hevdîtinê pêk bînin lê birêz Ocalan nikare van mafên xwe bikar bîne. Pergala desthilatdar qanûnên xwe bi xwe pûç kiriye. Her carê jî bi hêcetên pûç tecrîda girankirî didin meşandin.”   ‘DIVÊ CPT Û SAZIYÊN MAFÊN MIROVAN GAVan BIAVÊJIN’   Surucu bal kişand ser rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya derbarê tecrîda li Îmraliyê û wiha got: "CPT’yê rapor eşkerekir lê tu gavan neavêtin. Pêwîste di serî de CPT û hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê derbarê tecrîdê de gavan biavêjin û tecrîda li ser birêz Ocalan tê meşandin bi dawî bikin. Pêwîste raya giştî ya cîhanê jî li dijî tecrîd û binpêkirina mafên mirovan bêdeng nemînin û helwesta xwe ya mirovî bidin nîşandan."    MA / Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar