Qeyûmek çêdike, qeyûmek jî xera dike! 2020-11-22 09:14:16   WAN - Qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê, profîlên bironahiyî û yên xemilandî yên di dema qeyûmê berê de li Parka Hunerê û Kuçeya Fîstanê hatibûn çêkirin, rakirin.    Qeyûm Sînan Aslan ku di 9'ê Mijdara 2019'an de tayinî Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hat kirin, deverên ku qeyûmên berê çêkiriye xera kirin. Qeyûmê berê li Kuçeya Fîstanê hin profîlên bironahiyî çêkiribû. Ev profîlên bi ronahiyî di dema qeyûmê berê Cemîl Ozturk ê di çarçoveya lêpirsîna "FETO"yê de ji peywirê hatibû girtin hatibûn çêkirin. Lê belê qeyûm Aslan ew rakirin.    YEK ÇÊDIKE YÊ DIN XERA DIKE    Gava ev profîlên hesin li kuçeyê hatibûn çêkirin çapemeniya nêzî AKP'ê pesnê wan dabûn. Lê belê qeyûm Sînan Aslan ku piştî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an hat tayînkirin, duh bi şev ew profîlên gava hatibûn çêkirin û pesnê wan hatibûn dayîn rakirin.    Her wiha qeyûmê nû li Kuçeya Hunerê, parka ku bi texteyên di şiklê pênûsan de di hundirê qulûbeya textîn de hatibûn çêkirin jî xera kir. Li parkê di bin navê "Projeya Parka Hunerê, Galeriya Hunerê û Kuçeya Hunerê" de xebatek nû hat destpêkirin.    BERTEKA ESNAFAN    Her wiha esnafên li van kuçeyan jî bertek nîşan dan û gotin, çavkaniyên şaredariyê di bin navê "restorekirinê" de tên pêşkeşkirin.