Emîne Şenyaşar: Ma tenê kesek malbata min kuşt? 2020-11-22 11:47:49   RIHA – Emîne Şenyaşar, bertek nîşanî ferqe cezaxwestinê ya ji bo kurê wê Fadil Şenyaşar û kujerê ferdên malbata wê Enver Yildiz da û ev tişt got: “Ma tenê kesek malbata min kuşt? Adalet tuneye, Zilm berdewam dike.”     Di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku xebatên hilbijartinên dimeşandin, li dikana wan û neweşxaneyê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn. Di bûyerê de 3 jê ji malbata Şenyaşar yek jê jî ji malbata parlamenter Yildiz bi giştî 4 kes hatibûn kuştin. Di doza ku derbarê bûyerê de hatibû vekirin de dozger mutalaaya xwe pêşkêşî dadgehê kirin. Dozger, ji bo Fadil Şenyaşar ê girtî 150 sal û ji bo Enver Yildiz jî 12 sal cezayê girtîgehê xwest. Emîne Şenyaşar ku hevjînê wê û 2 zarokên wê di bûyerê de hatin kuştin, derbarê mutalaayê de axivî.   ‘MA TENÊ KESEK MALBAT MIN KUŞT?’   Emîne Şenyaşar, diyar kir kut ê xwestin Enver Yildiz bê berdan û kurê wê Fadil Şenyaşar jî heta hetayê di girtîgehê de bê hiştin û wiha got: “Edalet tuneye. Timik serokê dadgehê diguherînin. Ji kurê min re 150 sal û ji wan re jî 12 sal dixwazin. Ji malbata min 3 kesî kuştin. Yekî jî kirine girtîgehê. Zilm berdewam dike. Ji wan jî kesekî girtine. Gelo, ma tenê kesek malbata min kuşt? Çima dîmenên li nexweşxaneyê dernaxin? Fadil jî şopandin, xwestin wî jî bikujin. Tên li nexweşxaneyê pê diavêjin ser hev û li hemberî me disekinin. Min ji malbata xwe 3 kesan kir bin axê. Êdî bes e bila gunehê me negirin. Kesên zarokên min qetil kirin serbest digerin. 3 sal in kurê min li kogûşa yek kesî digirin. Ji bo edaletê çûm her derê. Zilma ku li me tê kirin nayê dîtin. Bila herkes ji vê zilmê re bibêje êdî bes e. Em jî miriyên dijîne.”    ‘MUTALAA MÎNA ANGAŞTNAMEYÊ YE’   Kurê Emîne Şenyaşar Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku angaştnameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatiye amadekirin “alîgir” e û ev tişt got: “Darizandinê bi qebûlkirina vê angaştnameyê ya li Meletiyê dest pê kir. Em dizanibûn ku Edliya Rihayê di bin kontrola Yildizan de ye. Di vê danişînê de piştî dayîna mutalaayê diyar e ku ev dozger û heyeta dadgehê jî di bin kontrola Yildizan de ye. Serokê dadgehê guherîbû. Dema ku parêzerên me parastin dikirin mudaxaleyî wan dikir. Parêzerê me jî guhdar nedikir. Em li benda mutalaayeke bê alî bûn, lê dozger heman tiştên di antgaşnameyê de xwend. Li gel ku di rapora pisporan de hatiye diyarkirin ne diyar e kî Mehmet Şah Yildiz kuştiye jî dozger di mutalaayê de dibêje ku birayê min vî kesî kuştiye. Min ji dozger re got, ‘We rapora pisporan xwendiye, dîmenan temaşe kiriye, niha çawa çidibe hûn dibêjin birayê min vî kesî kuştiye?’ Dozger jî ev bersiv da min, ‘Tiştên min gotine ne girîng in. Ê biryara vê bide heyeta dadgehê ye’. Xwe ji rewşê xelas kir û li benda dadgehê hişt.”   DOZGER MALBATÊ SÛCDAR KIR   Şenyaşar jî mîna dayika xwe da zanîn ku zilma li hemberî wan didome û ev tişt anîn ziman: “Li gorî dozger, me êrişî wan kiriye. Weke ku me bi ser cihê wan ê kar de girtiye. Wan mesûm û me jî sûcdar nîşan dide. Di bûyerê de bavê min û 2 birayên min bi lînçkirinê bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Di mutalaayê de ji bo kesê ku ji Yildizan girtî ye ji tehrîqa giran ceza tê xwestin. Em difikirin ku tê xwestin Enver Yildiz bê berdan. Em ê mutalaayê qebûl nekin. Dawî çawa çidibe bila bibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û rastiyan derxin holê.”   MA / Bariş Polat