TJA'yê li Hezexê komxebata li dijî îstîsmara zarokan li dar xist 2020-11-22 15:31:01   ŞIRNEX-TJA’yê li navçeya Hezexê komxebeta îstîsmara li dijî zarokan li dar xist.    Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Hezexê ya  Şirnexê, di çarçoveya kampanya "Em xwe diparêzin" de komxebata îstîsmara li dijî zarokan li dar xist. Komxebat, li Avahiya HDP’ê ya Navçeyê hat lidarxistin.    Hevşaredara HDP'ê ya Sîlopyayê Adalet Fîdan, Meclîsa Jinan a HDP'ê û gelek jin beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de pankarta “Em li dijî tundiya mêr û dewletê serî hil didin” hat daliqandin û dovîzên "Zarok pêşeroj in, pêşerojê tarî nekin û Ji tecawîz û havildarbûna zarokan re na" hatin hildan.    Di dîwana komxebatê de aktivîsta TJA'yê Zozan Înan, Hevseroka HDP'ê ya Hezexê Nafya Geçgel û Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Şîlan Ozkan cih girtin.    'LI DIJÎ TUNDÎ Û DESTAVÊJIYÊ EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN'   Li ser navê dîwanê aktivîsta TJA'yê Zozan Înan axivî. Înan, diyar kir ku li dijî her cûre tundî û destdirêjiyê pêwîstî bi xweparastinê heye û wiha got: " Di serdemeke wiha de em weke jin û zarok herî zêde bi tundî û îstîsmarê re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê em bi şewazê tundiyê yê cûr bi cûr re rû bi rû ne. Evqas tundî heye, îstîsmar heye lê em li hemberî vê xwe çiqas diparêzin û van kesan çiqas teşhîr dikin? Ev bi destê kê pêk tê û çima evqas zêde bû? Pêwîste em vê yekê bizanibin. Tundî û destdirêjî ne tişteke ji rêzê ye. Dema ku bûyerên bi vî awayî çê dibin, civak weke ku tişteke ji rêzê ye nîşan dide û bi vî awayî tê qebûlkirin. Qebûlkirina wê çî ye? Bêdengî ye. Bi taybetî li herêma Botanê ev bûyer diqewimin. Mînaka herî berçav demeke nêz de li Hezexê û Sîlopyayê bûyerên bi vî awayî çêbûn. Lê li hemberî vê me çiqas dengê xwe derxist û yan jî em çiqas bûn dengê van zarokan? Pêwîste em malbatên xwe, dayîkên xwe û xwe li hemberî her cûre tundî û destdirêjî birêxistin bikin û bêdeng nemînin.”   Bername bi pirs û bersiv û nirxandinên jinan bi dawî bû.