Rapora Las Tesîsê: Mudaxale, binçavkirin, lêpirsîn û doz 2020-11-23 13:40:50   ENQERE – Jin Hiqûq Civakî, derbarê mudaxaleyên li hemberî çalakiyên Las Tesîsê yên li seranserê Tirkiyeyê de raporek amade kir.    Çalakiya Las Tesîs ku sala borî jinên şîlîyî li hemberî destdirêjî, tundî, tacîzê dabûn destpêkirin û li seranserê dinyayê berbelav bûbûn, li Tirkiyeyê jî hatibûn lidarxistin. Lê bi mudalxeyên polisan û qedexeyên walîtiyan hatibû xwestin ku çalakî bên qedexekirin. Mudaxaleyên li dijî berteka jinan a bireqs tenê bi tundiya polisan bi sînor nemabû. Di heman demê de li jinan pereye cezayê jî hatibû birîn û bûrsên xwendekarên jin hatibûn birîn.    26 JIN KETINE BER LÊPIRSÎNÊ   Jin Hiqûq Civakî, têkildarî van mudaxaleyên polisan ên li hemberî çalakiyên Las Tesîsê yên li seranserê Tirkiyeyê raporek amade kir. Jin Hiqûq Civakî, di rapora xwe de cih da mudaxaleyên polisan ên li hemberî çalakiyan û pêvajoya xwe ya şopandina hiqûqî ya van mudaxaleyan. Di raporê de hemû çalakiyên Las Tesîsê û mudaxaleyên wan hatin rêzkirin. Li gorî raporê, ji ber van çalakiyan derbarê 26 jinan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.