Li Amedê 44 kes sewqî edliyê hatin kirin 2020-11-23 16:50:04   AMED – Li Amedê 44 kesên di çarçoveya lêpirsîna li ser KCD’ê hatibûn binçavkirin sewqî edliyê kirin.    Li Amedê di 20’ê mijdarê de di çarçoveya lêpirsîna li ser KCD’ê de derbarê 101 kesî de biryara binçavkirinê hatibû derxistin. 24 jê parêzer 72 kes hatibûn binçavkirin. Di heman rojê de parêzer hatin berdan. Yên mayî jî li Miduriyeta Polîsan a Amedê dihatin ragirtin.    SEWQÎ EDLIYÊ HATIN KIRIN    Hat zanîn kul i Miduriyeta Polîsan piştî îfade hatine girtin 6 kesên din jî roja şemiyê hatine berdan.    Edîtora Beşa Kurdî ya JinNewsê Roza Metîna jî di nav de 44 kesên li Miduriyetê îfadeyên wan bi dawî bû, sewqî edliyê hatin kirin. Li edliyê kar û barê îfade dayînê didome.           KAYA HAT BERDAN    Li aliyê din Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya ku bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeha cezayê sulhê hat kirin, serbest hat berdan.