Edîtora JinNewsê Metîna hat berdan 2020-11-23 18:51:46   AMED - Edîtora kurdî ya JinNewsê Roza Metîna ku di çarçoveya lêpirsîna Kobaniyê de hatibû binçavkirin, bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 75 kes binçav kiribûn. Yek ji van kesan jî edîtora kurdî ya JinNewsê Roza Metîna bû. Metîna piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Amedê hat kirin. Piştî lêpirsîna li dozgeriyê jî sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê bi şertê kontrolkirina edlî Metînayê berda.