Qeyûmê Şemrexê çav berda meaşê hevşaredarê 2020-11-24 09:07:11 MÊRDÎN - Qeyûmê tayinî Şaredariya Şemrexê hat kirin, ji bo meaşê Hevşaredara HDP'î Nalan Ozaydinê û meaşê xebatkaran û qezenca esnafên ku bi şaredariya HDP'î re xebitîne wekî "zirara cemaweriyê" hesiband û xwest di nav mehekê de bê dayîn.  Qeymeqamê Şemrexê Muhsîn Dûran Kalkan di 16'ê Mijdara 2019'an de tayinî Şaredariya Şemrex a Mêrdînê hatibû kirin. Rêveberiya qeyûm tiştên di dema Hevşaredara Şemrexê ya HDP'î Nalan Ozaydinê de hatine kirin hemûyan wekî "zirara cemaweriyê" hesibandiniye û xwestiye di nav mehekê de bê dayîn.    Rêveberiya qeyûm, ji Hevşaredara HDP'ê ya Şemrexê Nalan Ozaydinê xwest ku pereyê ku daye xebatkarên şaredariyê û pereyê ku pê sotemenî û mucur kirîne bide.    210 HEZAR TL DEYN    Qeyûm meaşê Ozaydinê û meaşê xebatkarên şaredariyê wekî "zirara cemaweriyê" hesibandiye û 210 hezar TL deyn daye ber Ozaydinê.    Her wiha qeyûm 8 meh muhlet daye fîrmayên ku di dema rêveberiya HDP'î de bi şaredariyê re xebitîne. Qeyûm, teblîxat ji fîrmaya re şandiye. Di teblîxatê de hatiye diyarkirin ku di 8 mehan de bi 227 hezar û 824 TL'yî sotemenî hatiye kirin û ji fîrmayan xwestiye di nav mehekê de vî pereyî bidin. Her wiha qeyûm ji bo mucura hatiye kirin jî gotiye "zirara cemaweriyê" û ji bo vê jî 17 hzar û 700 TL xwestiye.    ÎTIRAZ KIRIN   Fîrmayan jî piştî teblîxat gihaşt wan îtiraz kirin û di îtiraza xwe de gotine, tiştekî derî qanûnê nekirine û xwestine tişta hatiey kirin bê betalkirin.    Her wiha dê fîrma serî li dadgeha îdarî jî bidin.    MA / Ahmet Kanbal