Çelîk: Em dikarin bi yekîtiya neteweyî firsendên mezin bi dest bixin 2020-11-24 10:12:40 STENBOL - Serokê Giştî yê BDP'ê Demîr Çelîk, anî ziman ku di sedsala 21'an de li ruxmê talûkeyan, gelek firsendên mezin li pêş Kurdan hene û wiha got: “Di vê pêvajoya ku rîsk û talûke zêdene de em karibin yekîtiya neteweyî ava bikin, dê qezenç bibe ya hemû Kurdistanê."    Piştî Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe peymana Şengalê îmze kirin û Yekîneyên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên cuda bi cih bûn, rageşî zêde bû. Dîsa piştî Serokê PDK'ê Mesut Barzanî û endamên MİT'ê di 27'ê Cotmehê de civîn li dar xistin bertek û nerazibûn zêde bûn. Piştî civîna ku Barzanî serokatiya wê kir 3 saetan berdewam kir, biryar dan ku li dijî Garê dest bi operasyonê bikin. Biryar dan ku bi operasyona Tirkiyeyê re hevpar tev bigere. Têkildarî geşedanên li herêmê Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ye berê Demir Çelîk, nirxandin kir. Çelîk, da zanîn ku li ruxmê talûkeyên mezin firsendên dîrokî li pêş kurdan in û wiha got: "Di vê pêvajoya ku talûke û rîsk zêde ne de divê Kurd bi feraseta yekîtiya neteweyî tev bigerin. Kurd bibin yek dê bibin xwedî statu."    'HEWLER BÛYE QADA HEGOMONÎK A TIRKIYEYÊ'   Çelîk, anî ziman ku Statuya ku Herêma Kurdistana Federe di sala 1991'an de bi dest xist, hemû kurd nexistin bin sîwana xwe û wiha got: “Statuya wê demê hat bidestxistin, ji bo xizmeta hemû Kurdan bike pêş nexistin. Tenê hesasiyetên herêmê esas girtin û xwe bi sînor kirin. Bû bloka herêmê. Bi hevesa dewletê tev geriya. Ev helwesta wan kêrî dewletên ku Kurdistan dagir kirine tê. Hewlêr û Herêma Federe a Kurdistanê bûye qada hegemonik a Tirkiyeyê. Bi çavdêriyên 10 sal berê me dizanibû dê rewşek wekî îro derkeve holê. Piştî malbata Barzanî bi Tirkiye re kar kir, qirêj bû."    'JI BER SEKNA BARZANÎ ZÊDEYÎ 40 BARAGEHÊN ESKERÎ LI HERÊMÊ HATIN AVAKIRIN'    Demîr Çelîk, destnîşan kir ku Mesut Barzanî beriya hilbijartina referandumê pêk bîne fikar û nerînên Kurdên cudan li ber çavan negir û wiha lê zêde kir: "Li ruxmê ew qas tişt winda kirine jî dîsa li gorî berê tev digere û derst dernaxe. Yên ewil encama Referandumê nas nekirin Tirkiye û Îran bû. Herdu jî li dijî encama referandumê sekinîn. Herdu welatan jî gefa ambargoya aborî û siyasî xwarin. Li gel vê yekê jî malbata Barzanî bi Tirkiye re kar kir. Ji ber vê yekê Barzanî zêdeyî 40 barageh pêşkêşî Tirkiyeyê kirine. Di serî de esker, endamên MÎT'ê û endamên El Kaidê li herêmê tolazan didin xwe."    ARMANCA TIRKIYE BAŞÛR DAGIR BIKE YE'    Demîr Çelîk, da zanîn ku armanca Tirkiye ya li Herêma Kurdistana Federe ne li dijî bicihbûna PKK’ê ya li Qandîlê ye û wiha got: "Armanca dewleta tirk ewe ku başûr bêtir dagir bike. Bêtir mêtîngeriya li herêmê pêş bixe. Di serî de dixwaze Başur û Rojava bi tevahî dagir bike. Dixwaze hersê perçeyên Kurdistanê jî têxe bin dagirkerî û mêtîngeriya xwe. Hikûmeta Sûriye dagirkeriya Efrîn, Grê Spî û Serêkanîyê îtîraz nekir. Dîsa li dijî dagirkeriya Musul û Kerkukê Hikûmeta Iraqê û herêmê bêdeng ma. Ev nîşan dide ku hewldanên Tirkiye ji daxwaza şerê navbera PKK û PDK'ê zêdetir dixwaze serdestiya li ser Kurdan pêş bixin."    KURD HEM BI TALÛKEYÊN MEZIN HEM JÎ BI FIRSENDÊN MEZIN RE RÛ BI RÛ NE'    Demîr Çelîk, li ser pêjeroja Kurdan jî rawestiya û wiha axivî: "Eger em van talûke û firsendan nebinin û wekî serdema Yekemîn Şerê Cîhanê tev bigerin em ê winda bikin. Em di serdema Yekemîn Şerê Cîhanê de xwedî malbat û eşîr bûn. Lê me ruh û nasnameya yekîtiya kurdan û Kurdistanî bi rêxistin nekir. Ev kêrî pergala kapitalist hat. Kurdistan pêşkêşî netew dewletan kir. Niha jî em wekî berê tev bigerin talûkeyên mezin li pêş me ne. Ger ku em bi ruh û hişmendiya yekîtiya neteweyî tev bigerin em dikarin vê talûkeyê bikin firsendên mezin. Eger Tevgera Azadiya Kurd tunebûya, îro dibû ku Rojava di destê DAIŞ'ê de bûya. Eger em şaşiyê berê nebînin û em bi hişmendiya îqtîdarê tev bigerin ev hişmendî dê Kurd û Kurdistan bide windakirin.      Çelik, herî dawî bal kişand ser statu û yekîtiya neteweya Kurd û wiha got: "Êdî Kurd nikarin bê statu bijîn. Di 4 salên dawî de me dît ku statu tune be dê çi bê serê Kurdan. Me ev yek li Bakurê Kurdistanê dît. Êdî tabelaya Kurdî tehamul nakin. Divê li ser esasê Kurdistanê û Statuya Kurdistanê em têbikoşin. Eger em bi hevre tev bigerin û bi ruhê neteweya Kurd têbikoşin, em têkoşîna peşmerge û gerilla ya 4 perçeyên Kurdistanê bikin yek dê hemû Kurdistan qezenç bike. Dê bibe qezenca hemû Kurdistanê. Heviya me mezin e. Bes em wêneyê mezin ê tevahiya  Kurdistanê bibînin."    MA / Îdrîs Sayilgan