Jinên Heleb û Şengalê daketin qadan 2020-11-25 17:33:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi sedan jinên Helebê daketin qedan û tundî şermezar kirin. Li Şengalê jî jinên Êzidî meşek girseyî lidarxistin.   Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, jinan li Heleb û Şengalê meşên girseyî li dar xistin.    HELEB      Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê, bi sedan jinên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşek girseyî li dar xistin. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn dest pê kir û heta Hola Cebbanat dewam kir. Di meşê de bi sedan jin sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Jihan di meşê de êneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên Kongreya Star û pankartên "Na ji qirkirin û dagirkeriyê re em ê jin û jiyanê biparêzin" hilgirtin. Piştî meşê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan deqeyek rêz girtin. Piştre Hevseroka Tev-Demê Zelal Cîger axivî û got: "Îro 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ye. îro bi sedan jin li ser piyan in. Ev tundî ne tenê li ser jinê tê meşandin, berovajî li ser tevahî mirovahiyê tê meşandin. Em li dijî hemû tundiyan têkoşînê dimeşînin. Divê jin herdem li ser piyan bin û têkoşîna azadiyê bidin. Ji ber em vê rastiyê dibînin dijminê hov û kedxwar ji bo ku civak, welat, çand û ziman tune bike dixwaze di serî de jinê tune bike. Em jî ji dijmin re dibêjin ji bo ku em welatê xwe azad û zindî bikin divê em weke jin li ser piya bin û xwedî li şoreşa jinê derkevin."    Paşê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ve listikek şanoyê ya têkîldarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li  Jinê hate pêşkêşandan.     ŞENGAL    Bi heman armancê jinên Êzidî li Şengalê jî meşek girseyî lidarxistin. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) meş li dar xist. Meş ji ber Meclia Gel heya ser rêya sereke ya Sinûnê berdewam kir. Jinan di meşê de alên YŞJ’ê TAJÊ’ê, wêneyên kesên di fermanê de jiyana xwe ji dest dane û jinên bune qurbanî bilind kirin. Jinan di meşê de dirûşmeyên “jin jiyan azadî", "Jin jiyane jiyanê nekujin” berz kirin.  Piştî meş gehişt ser rêya sereke ya nahiya Sinunê, li vir daxuyanî dan. Li ser navê TAJÊ’ê Siham Dexîl daxuyanî xwend.      Daxuyaniya TAJÊ wihaye;   “Ji destpêka avabûna cıvakbûnê de û heya roja me ya îro jın xwedî rolekî sereke û bingehîna. Demê ku em rupelên dîrokê vedıkın, dixunın em baş dibînin ku  civakbûn li dora jın ango dayka xwedawend avabûye. Lê bi avabûna sîstema desthilat ya ku bi zihnê zilam hat avakirin, her ku çû ew rolê jin di civakê de hat biçûk xistin. Tune hesibandina hebûn û rola jin, bi demê re civak ber bi hilweşandinê ve bir. Ji ber ku hebûnek bingehîn ji civakê dihat rakirin. Sîstema desthilat ya zilamê serwer li ser esasê tûnebûna jin xwe avakiriya. Her ku çûya bi hemû hovîtî û hêza xwe berê xwe daye îradeya jin, li kuderê jın xwe bi hêz kira li wêderê şidet daye meşandin. Mînakên vê yekê jî 25 Mijdara 1960 an qetilkirina sê jinan li Komara Domînîk a ku di navnetewî de roja li dijî şideta li ser jina tê naskirin. Bi dehan mînakên wekî vê di roja me ya îro de tên jiyan kirin. Jin di nava civak, malbat, saziyên kar û sîstema heyî de rojane rastî şidetek dijwar tên. Rojek nine ku jin dibin navê namûsê de neyê qetilkirin. Lê li beramberî vê şidetê di serîde li Rojhilata Navîn û di navnetewî de tekoşîna jin di asta herî jor de ye. Tekoşîna jina azad ya li dijî şidetê li her derê xwe bi hêz kiriye.   Bi taybet civaka Êzidî ku xwedî dîrok, çand, bawerî û erdingariyek kevnare bi pêşengtiya jin xwe parastiya û bi berxwedanê gihiştiya roja îro. Jina Êzidî bi hebûn û îradeya xwe rûxmî ku tim bûya qurbanî jî, lê civaka xwe ji 74 fermanan parastiya. Îro jina Êzidî li dijî şideta li ser jin xwe li her deverê de bi rêxistin dike û bi berxwedanî û tekoşîna xwe pêşengtî ji xweseriya Şingalê re dike. Li ser vê esasî em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî di wê baweriyê de ne ku tenê bi tekoşîna Jina azad, Jina Êzîdî  xweseriya Şengalê bê avakirin. Civaka Êzîdî ewê bi pêşengtiya Jina Êzîdî bigihîjê azadiya xwe.   Wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî em berxwedaniya roja 25 Mijdarê bibîrtînin û soza berdewamiya tekoşîna her sê xuşkên Mîrabel, tekoşîna hemû Jinan di nav dîrokê de, Şêhîdên Fermanê û Şehîdên Şoreşê didin. Di heman demê de em bang li hemu sazî û dezgehên Jinan, saziyên sosiyalîst û femînist dikin ku bi çalakiyên xwe li qada bin û yekitiya Jinên cîhanê nîşan bidin.   Jina azad pêşeroja xweseriya Şengalê ye! Na ji şidetê re! Jin jiyan azadî!”