Rojnamevan Metîna: Dixwazin xebatan îllegalîze bikin 2020-11-26 09:37:17 AMED - Edîtora Beşa Kurdî ya Jinnewsê Roza Metîna, di çarçoveya lêpîrsîna KCD’ê de hatibû binçavkirin. Dema di binçavan de bûye polîsan pirsa ‘tu endama Komeleya Nivîskarên Kurdî yî?’ jê pirsîne. Metîna got: "Armanca wan kar û xebatan îllegalîze bikin e."  Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de di 20’ê Mijdarê de 75 kes binçav kiribûn. Yek ji van kesan jî edîtora kurdî ya JinNewsê Roza Metîna bû. Metîna di 23’ê Mijdarê de bi şertê kontrolkirina edlî hatibû berdan. Edîtora Beşa Kurdî ya Jinnewsê û Nivîskar Roza Metîna derbarê binçavkirina xwe de axivî.   ‘BEROVAJÎ GOTINÊN XWE TEVDIGERIN’   Metîna, diyar kir ku di saetên sibê de polîsan avêtiye ser mala wê û got: “Dema hatin malê gotin tu çi karî dikî? Min jî got ez rojnameger û nivîskar im. Li ser navê rojnameger û nivîskariyê dixebitim. Zextekî dêrûnî hebû. Ji ber pandemiyê digotin mesafeya civakî biparêzin lê belê her tim berovajî gotinên xwe tevdiger in. Hem ew qas mirovan binçav dikin hem jî dibêjin mesafeya xwe ya civakî biparêzin. Ev gotin diyar dike ku di siyaseta ku niha tê meşandin de kêmasiyek û nakokiyek heye.”   ‘KAR Û XEBATÊN JI BO GELÊ KURD TÊN KIRIN ÎLLEGALÎZE DIKIN’   Metina, bilêv kir ku di binçavan de pirsa kar û xebatên KCD’ê jê pirsîne û wiha axivî: “Kar û xebatên KCD’ê ji min pirsîn. Xebatên KCD’ê hatibûn îllegalîzekirin. Komeleya Nivîskarên Kurd a bi KHK’ê hatibû girtin ji min pirsîn. Gotin ‘tu endama komeleyê yî? Tu beşdarî kar û xebatên wê bûyî nebûyî?’ Ji pirsên wan diyar bû ku kar û xebatên rêxistinkirinê yên ji bo gelê kurd tên kirin dixwestin îllagîleze bikin. Çi çand û huner, çi wêje û çi jî kar û xebatên civakî be. Dest danîn ser hinek pirtûkan jî. Yek ji van Jineolojî bû. Dest danîn ser û gotin ‘pirtûkên Jineolojiyê hatine komkirin, qedexe ye.’ Di vir de kar, xebat û rêxistinkirina jinê jî hedef tên girtin û îllegalîzekirin.”   POLÎTÎKAYÊN ÇEWISANDINÊ DIMEŞÎNIN   Metîna, anî ziman ku polîtîkayên ku tên meşandin perçeyekî polîtîkayên çewisandinê û zêxtî ne û wiha berdewam kir: "Dema em hatin binçavkirin jî zextên dêrûnî hebûn. Dema em di bin çavan de bûn heqaret li hin hevalên me kirin. Gotin ‘hûn weke heywana ne’. Bi hêrs derî digirtin. Jineke 70 salî hebû di nezarete de ji ser hişê xwe çû. Girtina çar rojan bi xwe jî zext û zordestiyeke derûnî ye.”   Metîna, da zanîn ku armanca operasyonê îllegalîzekirina kar û xebatên ku tên meşandin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêxistinbûyîna tê kirin hedef tê girtin. Bi zextên dêrûnî dixwazin gel ji qadan dûr bixin. Bi girtina parêzeran mafên hiqûqî, bi girtina rojnamegeran mafê aşkerekirin rastiyê, çêkirina nûçeyan, bi girtina bijîşkan tenduristiya mirovan hedef tê girtin. Ji aliyekê jî rêxistinkirina jinê hedef tê girtin. Jixwe gelek jin jî hatin girtin. Cihê ku em lê bûn li dora 30-40 jin hebûn. Hemû jî ji qadên cuda hatibûn girtin. Li vir rêxistinbûyîna jinê û gelê kurd hedef tê girtin. Hemû kesên hatin girtin di heman demê de jî têkoşînek û berxwedaneke wan ya li dijî pergala yekperest heye.”   ‘EZ Ê SERÎ NETEWÎNIM’   Metîna, destnîşan kir ku ew rojnamevaneke ku li dijî pergala yekperest û çewisandinê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ez li dijî vê pergala me ku polîtîkayên çewisandin, îmha û înkarê li ser gelê kurd dimeşîne. Bi vê operasyonê hat xwestin ku kesên li dijî polîtîkayên çewisandinê radibin, bên çewisandin. Ez bawer dikim ku kesên ji doza xwe bawer û ev qas sal in di bin zext û zordestiyê de têdikoşin ew ê bi girtin, binçavkirin, zextên bi vî rengî paşve gavê neavêjin û serî jî netewînin. Ez ê tu carî li dijî van polîtîkayên zext û zordestiyê serî netewînim. Ez ê nebim sedem ku bigihên armanca xwe. Ji ber ku dema tu ji kar û xebat dûr bikevî wê demê wê bigihên armanca xwe. Ji bo ku ew negihên armanca xwe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber ku ev operasyon parçeyekî polîtîkayên şerê taybet e. Ji ber wê yekê bi girtin, binçavkirin, zext û zordestiyên derûnî divê em tu carî dev ji doza xwe bernedin û nebin sedema polîtîkayên ku perçeyekî şerekî taybet jî bigihê armanca xwe.”   MA / Fahrettîn Kiliç- Eylam Akdag