Li Stenbolê serdegirtina malan: Gelek kes hatin binçavkirin 2020-11-26 10:05:52 STENBOL – Li Stenbolê polîsan bi ser gelek malan de girt û di encama serdegirtinan de rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Li 15 navçeyên Stenbolê polîsan hemwext bi ser malan de girt. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derarê 26 kesan de biryara binçavkirinê derxistiye. Di saetên dereng ên şêvê de operasyon hat destpêkirin û polîsan bi ser 28 malan de girt.    Di serdegirtina malan de heta niha navê kesên hatine binçavkirin wiha ne:    Cîgirê Şaredarê Şîşlî Cîhan Yavûz, endama Meclîsa Gelan û Baweriyan a HDK’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, rojnamevan Davût Ûçar û Kesîre Onel, endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) Alaattîn Altintaş, Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Uskudarê ya berê Erşan Ongulu, Mehmet Karadag, Muhsîn Demîr, Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) Husnu Taş û rêveberên komeleyê Muhlîs Bozdemîr, Nazim Adiguzel, Yusuf Çelîk, Emîne Kaya.    Polîs çûn mala rojnamevan Kesîre Onel a li navçeya Bagcilarê. Onel ne li malbû, vê carê polîsan bi ser mala hevpîşeyek Onel ku li Balatê bû de girtin û Onel li vir hat binçavkirin. Hat zanîn ku derbarê Onel de gilî hatiye kirin.