Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome 2020-11-26 10:54:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê de artêşa Iraqê hêzek din şand Şengalê. Tê gotin ku heta niha herî kêm 8 hezar leşker sewqî Şengalê kirine.   Piştî peymana Hewlêr û Bexdayê ku di 9’ê Cotmehê de ji bo kontrolkirina Şengalê hate kirin, di 24’ê mijdarê de artêşa Iraqê 2 hezar û 500 leşkerên xwe sewqî Şengalê kiribû.   Lê di nava 24 saetên dawî de sewqiyata leşkerî zêde bûye û sewqiyata dawî şeva 25’ê mijdarê saet di 23:30’î de dest pê kir.   Hikumeta Iraqê îdîa kiribû ku hêza leşkerî ya li Şengalê wê bê guhertin û veguhastina hêzê wê li ser sînor bê kirin. Lê belê hêzên ku berê hatibûn şandin ji herêmê nehatin derxistin û di ser re yekîneyên polîsan ên nû û hêza operasyonî ya hikumeta federal a Iraqê lê hatin zêdekirin.   Tê gotin ku heta niha herî kêm 8 hezar leşker sewqî Şengalê kirine.