Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar 2020-11-26 13:02:11   AMED - Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul, ji ber di Komîsyonabaweriyê ya KCD'ê de cih girt 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê xwar.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Antalyayê Kemal Bulbul ji ber di Komîsyona Baweriyan a Kongreyea Civaka Demokratîk (KCD) de cih girt û xebatên KCD'ê meşand, 6 sal û 3 meh ceza xwar. Danişîna doza Kemal Bulbul li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de parêzer Cafer Koluman, anî ziman ku li gorî xala 83’an a Destûra Bingehîn destnedayîna muwekilê wî heye û xwest darizandina muwekilê wî bê rawestandin. Prz. Koluman, anî ziman ku Bulbul wê demê Serokê Komeleya  Pir Sultan Abdal bû û rêberê qeneata Eleviyan bû û wiha got: "KCD'ê li ser bingehê zagonî webat dikir. Tu xebatên derzagonî yên KCD'e tune ye û xwest muwekilê wî beraet bike.    DADGEHÊ 6 SAL Û 3 MEH CEZA BIRÎ   Heyeta dadgehê jî bi îdeaya “Endamtiya rêxistinê" li Bulbul 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê piştre biryar da ku biryara ceza bişînin meclîsê û Wezareta Dadê.