Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne 2020-11-26 14:29:25   ENQERE – Şandeya TTB’ê serdana CHP’ê kir. Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci di serdanê de axivî û got: “Nexweş û weqa heman in. Em di tibê de ji hev naqetînin.”    Şandeya ku ji Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci û rêveberên TTB’ê Vedat Bûlût û Denîz Erdogdû pêk hat çû serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû yê ku bi gefan re rûbirû mabû û piştevaniya xwe jê re eşkere kirin. Serdan li navenda Giştî  ya CHP’ê pêk hat. Di serdanê de Kiliçdaroglû bi xêrhatina şandeya TTB’ê kir.    FÎNCANCI BI BÎRA ŞAGIRTÊ XWE DIXE    Fîncani piştî serdanê pirsên rojnamevanan bersivandin. Fîncanci got: “Birêz Wezîrê Tenduristiyê Koca dibêje ku nexweş û weqa ne heman in. Dema min hinek rûpelên dîrokê li nava hev xist, min dît ku birêz Wezîr xwendekarê min bûye jî. Ji ber vê yekê ez jî wek mamosteyek wî bi bîra wî bixim; nexweş û weqa eynî ne, em di tibê de van ji hev naqetînin.”