Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin' 2020-11-26 14:46:33   AMED - Danişîna doza Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Îsmaîl Çoban hat dîtin. Dema Çoban ku bi îdeaya “Propaganda rêxistinê" tê darizandin bi Kurdî parastin kir, Serokê Dadgehê wekî "Zimanê nayê famkirin" derbasî girtekan kir.    Rojnameya Azadiya Welat bi KHK'ê hatibû girtin. Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hatibû girtin, Îsmail Çoban bi îdeaya "Rêze Propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin û niha girtî tê darizandin. Der barê Çoban de ji ber 9 nûçeyên cuda yên rojnameyê bi îdeaya “Rêze propaganda rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin û 5 sal ceza lê hatibû birîn. Cezayê Çoban li Dadgeha Îstinafê hatibû xerakirin. Piştî doz hat xerakirin yekemîn danişîna dozê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Çoban, ku niha ji dosyayek din girtî tê darizandin, li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 3 a Tarsusê bi rêya SEGBİS'ê beşdarî danişînê bû. Parêzerê Îsmaîl Çoban Resul Tamur jî li salona danişînê amade bû.    Dema Parêzer Resûl Tamur, ji bo muvekkîlê we daxwaza tercuman kir, Çoban jî li hemberî pirsên Tirkî bi Kurdî bersîv da. Vê carê serokê dadgehê got “Hat dîtin ku bersûc pirsên Tirkî yên serokê dadgehê, bi zimanekî nayê famkirin bersîv daye" û derbasî girtekan kir.    Çopan bi Kurdî parastin kir û got: "Ez sucdariya der barê xwe de qebûl nakim." Çoban xwest wî bînin salona danişînê, lê heyeta dadgehê ev daxwaza Çoban red kir.    Piştre Parêzer Resul Temur parastin kir û anî ziman ku muvekkilê wî xebatkarê Rojnameya Kurdî ye û li gorî xala TMK 7/2 nûçeyên hatine çêkirin ne sûc in. Tamur, xwest muvekkilê wê beraet bike. Heyeta dadgehê xwest pereyê tercuman ji Çoban bê stendin û danişîna dozê taloqî 16'ê Sibata 2021’an kir.    DADGEHÊ DI DOZA KCK'Ê DE JÎ WEKÎ ZIMANÊ NAYÊ ZANÎN DERBAS KIRIBÛ   Dadgehê di danişîna doza siyasetmedarên Kurd ên ji doza sereke ya KCK'ê dihatin darizandin de jî Kurdî wekî "zimanê nayê zanîn" derbasî girtekan kiribû. Ev yek bûbû sedema bertekên zêde.