AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir 2020-11-26 15:22:34 WAN - AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan ên ji ber nûçeyên avêtina welatiyan a ji helîkoptêr ku hatibûn red kir.    Li Wanê nûçegihanên Ajansa Mezopotamya Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala ji ber nûçeyên avêtina Servet Tûrgût û Osman Şîban a ji helîkoptêrê çêkiribûn hatibûn girtin. Parêzerên ji bo berdana rojnamevanên miwekîlên wan in serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Parêzerên rojnamevanan ji bo miwekîlên wan werin werin berdan serî li AYM'ê dabûn. AYM'ê biryara xwe eşkere kir û daxwaza berdana rojnamevanan red kir.