‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’ 2020-11-26 16:06:07   COLEMÊRG – Endamên Meclîsa Şaredariya Colemêrgê yên HDP’yî nelirêtiya qeyûm yek bi yek eşkere kirin û diyar kirin ku li şaredariyê 50 milyon TL nelirêtî hatiye kirin.    Wezareta Karên Navxweyî di 18’ê cotmeha 2019’an de cara duyem qeyûm danî ser Şaredariya Colemêrgê ya HDP’yî. Endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’yî têkildarî nelirêtî û bêûsûliyên li şaredariyên hatin kirin û tên kirin daxuyanî dan û yek bi yek ji raya giştî re eşkere kirin. Encûmenan li ber avahiya HDP’ê daxuyanî dan. Li ser navê encûmanan Emîn Ertûş axivî û di daxuyaniyê xwe de diyar kir ku di serdema qeyûmê ewil de 207 milyon TL deyn hatiye hiştin û piştî ew dia dara 2019’an de hatine ser kar 17 milyon TL deyn dane. Ertûş destnîşan kir k udi serdema qeyûmê niha de jî heta niha 50 milyon TL nelirêtî hatiye kirin.