Nûçegihanê me Karataş hat girtin 2020-11-26 16:38:45   ERZIROM - Nûçegihanê me Dîndar Karataş, ji ber nûçeyên ku çêkiriye bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Di 24'ê Mijdarê de polîsan li Wanê avêtibû ser mala nûçegihanê me Dîndar Karataş. Piştî avêtina ser malê Karataş hatibû binçavkirin û dû re ji bo îfadeyê ew biribûn Erziromê. Îro piştî îfadeya li emniyetê sewqî edliyeyê hat kirin.   Li gor agahiyên ku bi dest ketin di lêpirsîna li dozgeriyê de derbarê hevdîtinên telefonê û hin nûçeyên çêkirine de pirs ji Karataş hatine kirin. Piştî lêpirsîna li dozgeriyê, dozger ew bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.   Karataş bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.