ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-11-27 09:00:49 * Endamê Desteya Reveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xelef Ehmed, diyar kir ku bi berxwedana êzidiyan û heval û hogirên wan Şengal ji DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin û pêwistiya wan tuneye ku hêzên Iraqê bên wan biparêzin. * Serokê Giştî yê EMEP'ê yê nû Ercument Akdenîz, anî ziman ku îqtidar tim qabûneyê diguherîne û bi fedakirina ên nêzî xwe dixwaze umrê xwe dirêj bike. Akdenîz got: "Sendîka, partî û hêzên demokrasiyê gava bin cem hev du, dê karibin îqtidarê qels bikin."    * Hevjînên hev Halîl û Adalet Çay ku ji ber ferzkirina cerdevantiyê ji herêma Qerejdax a Sêwregê koç kirine, gava piştî salên dûr û dirêj cardin vegeriyan warê xwe, vê carê jî bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû mane.    * Hîn jî kiryarên 24 sivîlên ku di dema qedexeyên derketina kolanan a Nisêbînê de hatibûn kuştin nehatine aşkerekirin. Derbarê dosyeyên her 24 kesan de jî "biryara lêgerîna daîmî" hat girtin. Her wiha heya niha îfadeya polîsekî jî nehatiye girtin û dozgeriyê 5 salan hesabê medyaya sosyal ên kesên ku jiyana xwe ji dest dane vekolane û bi vê yekê xwestiye "têkiliya wan a bi rêxistinê" re derxîne holê.    * Hevserokê HDP'a Sêrtê Yûsûf Batûr, anî ziman ku daxwaza welatiyan ew e ku ji bi şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bitêkoşin û divê tecrîda li Îmraliyê û ser civakê bê rakirin.    * Hevseroka Şaxa SES a Manîsayê Fîgen Pehlîvan Demîrel, anî ziman ku li bajêr rojê 2 hezar kes bi şewba Covîd-19'ê dikevin.    * Bi îdiaya "heqaret li serokomar kiriye" 12 sal û 3 meh ceza li Bûrhan Borak hatibû birîn. Dadgeha Îsinafê jî serlêdana heyî bi awayekî qismî qebûl kir û cezayê hatibû birîn kêm kir, kir sal û 2 meh. Her wiha îstinafê ji bo parvekirina "Dijminê kurdan Erdogan" gotiye, ne parvekirineke rencîdeyî ye.    * Li Geverê, qeyûm Midûrê Yekîtiya Xizmeta Gundan Erol Zîrek, daniye ser 6 midûriyetan. Hevşaredar Îrfan Sari ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, diyar kir ku qeyûm tayinî hemû amîrtiyan hatiye kirin û tişta hatiye kirin jî bêhiqûqîtî ye.    * Li Girtîgeha Tarsûsê, bijîşkê girtîgehê ji Îsa Gultekînê 66 salî re gotiye, nexweşîna wî diyabet e û divê bê tedawîkirin. Piştî vê "teşxîsa" bijîşkê girtîgehê Gultekîn di mehekê de 25 kîlo zihîf bûye. Gava Gultekîn zihîf bûye wî rakirine nexweşxaneyê û bijîşkê nexweşxaneyê jî teşxîsa pençeşêrê daniye.    * Mamosteyê îxrackirî Ramazan Kavak, di pirtûka xwe ya sêyem a bi navê “Rêwiyê Demên Windayî” de behsa çand, êş û berxwedana herêma Torê dike.    * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, wê li Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe. (11.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Enqerê û Meclîsa HDK'ê ya Enqerê, wê derbarê binçavkirinên li Stenbolê de, li avahiya partiyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (12.30)